Ji Îran û Umanê tetbîqata hevpar ya behrê
Hêzên behrê yên Îran û Umanê, li Behra Umanê û Tengava Hurmuzê tetbîqata xelaskirinê kirin.
Li gorî mitebeqeta ku ji teref Komîsyonên Dostanîya Leşkerî yên Îran û Umanê ve hat îmzekirin, ji teref hêzên Îranê û Umanê di Behra Umanê û Tengava Hurmuzê de tetbîqata xelaskirinê hat kirin.
Hat destnîşankirin ku ji tetbîqatê re Hêzên Behrê ya Artêşa Îranê, Hêzên Behrê ya Mihafizên Dewrimê, Teşkîlata Deryadarî û Lîmanên Îranê û Hêzên Behrê ya Umanê beşdar bûn. (ÎLKHA)