• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Enqereyê 2 otomobîl li hev qelibîn: 6 mirî, 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza îro danê sibê li nêzî Taxa Îmrendî ya Kahramankazanê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin her du otomobîl ji ber sedemeke ku nayê zanîn li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 6 kesên di her du wesayîtan de jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê yên ku piştî qezayê sewqî cihê bûyerê hatin kirin, birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn kesên ku di wesayîta qezakir de bûn ji merasîma cenaze ya li Eskîşehîrê vegeriyan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir