Li Meksîkayê qamyona ku pênaberan vediguhast qeza kir: 53 mirî, 54 birîndar
Li Meksîkaya Başûr, qamyona ku koçber tê de bûn li dîwêr qelibî, di encama qezayê de 53 kes mirin, 54 kes jî birîndar bûn.
Ji teref Luis Manuel Morenoyê Serokê Daîreya Parastina Sîwîl yê wîlayeta Chîapasê ve hat daxuyandin, di qezayê de 53 kes mirin, 17 kes jê giran tevde 54 kes birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku koçberên ku di qamyonê da bûn welatîyên Amerîqaya Navendî ne.
Ji teref Moreno ve hat îfadekirin, sebeba qezayê sûr’eta zêde ye.(ÎLKHA)