• DOLAR 32.592
  • EURO 35.045
  • ALTIN 2462.34
  • ...
Îşxala rejima sîyonîstan yên li ser  ‘erdên Filistînîyan dewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku li gorî projeya îşxala nû, ‘erdên zireatê yên Filistînîyên li bajaroka Savîye û Karyuta bajara Nablusê dê bê xespkirin.

Tê dîyarkirin ku di nav wan ‘erdan de ji Cihûyan re rê û xanî bê çêkirin.

Hat ragihandin ku li bajaroka Savîye û Karyutayê, di nav cotkarên Filistînî û îşxalkeran de daîma micadele hebûye.

Hat hînbûn ku wan îşxalkeran daîma darên Filistînîyan jê dikin û cotkarên Filistînî jî daîma şaxan datînin.

Rejima îşxalker a ku daîma malê Filistînîyan xira dike, qetlîama dike paşê jî ji bona ku raya giştî bixapîne, vira dike ku malên Filistînîyan ji wan bi peretî standîye. Her wekî din rejima îşxalker ji bona ku mal û ‘erdên Filistînîyan desteser bike “Qanûna Milkên Bêxwedî” derxist, lê bi vê qanûnê rejima îşxalker malên ku xwedîyê wan hebin jî desteser dike. Rejima îşxalker 12 milyon Filistînîyan ji nav welatên wan derxistîye û nahêle ku ew  werin welatên xwe, lê di şûna wan Filistînîyan de koçberên Cihûyî tînê welat. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir