• DOLAR 32.367
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2324.93
  • ...
Karwana Hêvî ya Xarpetê raporta fealîyetên xwe yên meha mijdarê bi raya giştî re parve kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Karwana Hêvîyê, ji bo malbatên mixtac re di nav welat û derveyê welat de fealîyetên xwe yên alîkarîyê berdewam dike.

Nîhat Bahşîyê Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvî ya Xarpetê, fealîyetên meha Mijdarê bi raya giştî re parve kir. Hat destnîşankirin ku di meha Mijdarê de bi tevahî ji 70ê malbatan re kolîya xwarinê, ji 50î malbatan re goştê sor, ji 6 malbatan re tiştên malê, ji 8 malbatan re cil û berg û sol  ji 134 malbatan re alîkarî hatîye kirin.

Bahşî derheqê alîkarîyên  ku bi navbeynkarîya Karwana Hêvî ya Navendî yê Stenbolê hatin kirin de weha got, “Me bi  alîkarîya xêrxazan di derveyê welat de 6 heb bîrên avê vekir û 6 heb jî qurbana nezirê da. Malbatên feqîr û mixtac li cem me zêde ne. Em ji bona ku wan alîkarîya bighînin malbatan kêm dimînin. Em ji ber vê yekê ji xêrxazan re bang dikin. Malbatên mixtac ji ber vê rewşa îqtîsadê mixtacbûna wan zêdetir bûye. Wan malbatan îdara xwe nikarin bikin. Hinek malbatên wisa hene ku di nav mala wan de nan tine ye. Malbatên ku di kirê da ne nikarin heqê kirêya xwe bidin. Bi rastî ev hal halekî perîşan e. Em bi navê Karwana Hêvî ya Xarbetê bi alîkarîya xêrxazan ji malbatên mixtac re alîkarîyên xwe dikin. Lê dîsa jî ev alîkarîya me kêm dimîne. Ji ber vê yekê bila xêrxwazên me derheqê vê meselê de hestyar bin.”

Nîhat Bahşîyê Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvî ya Xarpetê, ji ber alîkarîya xêrxazan ji xêrxazan re, ji xebatkarên Karwana Hêvîyê re û ji dildaran re teşekur kir. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir