Yekîtiya Alimên Misilman: Welatên Ereb ên ku bi dagirkeran re hevkariyê dikin karekî heram dikin
Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê diyar kir ku ji bo hin welatên ereb heram e ku bi siyonîstên îşxalker ên ku misilmanan qetil kirin re hevkariyê bikin.
![Yekîtiya Alimên Misilman: Welatên Ereb ên ku bi dagirkeran re hevkariyê dikin karekî heram dikin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/O4ljX-M6j1Z4TI9WbDO-8Tg1BcM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/47/yekitiya-alimen-misilman-welaten-ereb-en-ku-bi-dagirkeran-re-hevkariye-dikin-kareki-heram-dikin-2ed468c2.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di daxuyaniya ku li ser navê Sekrterê Giştî yê Yekîtiya Aliman Prof. Dr. Alî Qeredaxî hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Peymanên hevkariyê yên welatên wek Îmarata Erebî (Îmarat) û Fasê ya bi Rejîma Siyonîst a îşxalker re û şopandina wan gavên pratîk karekî heram e. Her wisa ev hevkarîya ku bi siyonistan re tê kirin ji sozên Selahaddînê Eyûbî re ji Hazretî Omer û ji mafên gelê Filistînê re îxanet e.”(ÎLKHA)