• DOLAR 32.381
  • EURO 34.772
  • ALTIN 2411.012
  • ...
Karwanê Hêvîyê ji bona alîkarîya Efxenîstanê bang kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwanê Hêvî destnîşan kir ku hemû kes û hemû xêrxwaz bila ji kampanya ya ku bi navê “Efxenîstan li Hêvîya Alîkarîya Acîle ” re alîkarî bikin. Di daxuyanîya Weqfê de hat gotin, hewce ye ku ji 18 mîlyon însanên ku mixtacên alîkarîyê ne re alîkarî bê kirin. 

Li gor daneyên Fona Alîkarîya Zarokan a Koma Miletan ve hat weşandin ku li Efxenîstanê nêzîkî 14 mîlyon zarok ji ber tinebûnîya xwarênê bi mirinê re rû bi rû mane. Li gor daneyên STKyan jî bi milyonan însan mixtacê alîkarîyê ne.

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê destnîşan kir ku hemû kes ji qrîza însanîyê ya ku li Efxenîstanê heye bila alîkar bibin. Em ji wan mirovên xêrxwaz re bang dikin ku ji Efxenîstanê re bila ji mal û milkên xwe alîkarîya cil, xwarin, ji bona ku xwe pê germ bikin êzing, komir û lazimatîyên dinê bikin.

“Lazim e ku hemû kes ji bo qrîza însanî tiştina bikin”

Kurtaran destnîşan kir ku ew di nav welat û dervayê welat de alîkarîyên xwe didomînin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Em li nava welat an jî li welatên Îslamî yên dinê xizmetên xwe dikin, em ji însanên ku mixtacê alîkarîyê ne re alîkarî dikin. Lê di van rojên dawî de derheqê alîkarîyê de welatekî heye ku ew welat di rojevê da ye, ew welat Efxenîstan e. Em bi weqfê xwe xebat dikin ku ji bona alîkarîyan bighêjînin Efxenîstanê. Lê me di wan rojên dawî de dîsa dît ku birayên me yê ku li wê mixtacê alîkarîyê ne, rewşa wan nebaş e. Em ji STKyên ku li wê derê ne hînbûn ku li Efxenîstanê gelek pirsgrêk û zehmetî hene, em hînbûn ku xeyn ji wan pirsgrêk û zehmetîyan dramekî însanî jî heye. Me jî dest bi kampanyaya alîkarîyê kir. Ji temamê xêrxwazan re bang dikin ku ji birayên me yên Efxenîstanê re alîkarî bikin.”

“Wext ew wexte ku em nanê xwe bi birayên xwe re dabeş bikin”

Kurtaran dîyar kir ku li Efxenîstanê kar tineye û ji ber vê yekê bê karî heye, karê ku heye jî bi perê hindik e, Kurtaran di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em ku demajoya pandemîyê û qrîza ku li ser cîhanê heye bînin li ber çavên xwe, ji ber vê yekê drama însanî ya ku li Efxenîstanê heye ew ê zêdetir bibe. Di encama vê zêdebûna  dramê de birayên me yên li wê ew ê bi tinebûnîya xwarinê re rûbirû bibin. Em ê bi Karwana Hêvîyê, ji drama li wê re bê bêdeng nemînin û bi îzna Xwedê çi lazim bibe em ê wê lazimatîyê tedarik bikin. Di banga me yê alîkarîyê de bi taybetî tiştê herî lazim xwarin e. Digel vê yekê zivistan jî di nêz de tê û ji ber vê yekê îxtîyaca soba, betanî û cilên zivistanê heye. Lazim e ku em zûtirîn destê xwe yê alîkarîyê bighînin birayên xwe yên li wê derê. Ez ji vê derê ji tamamê xêrxwazan re bang dikim. Wext ew wexte ku em nanê xwe bi birayên xwe re dabeş bikin. Ev xêr û alîkarîyên ku bi dil û can û ji bona Xwedê Teala dikin Înşaallah ji xelasîya me re bibe wesîle. Em ê bi weqfa xwe daîma li cem birayên xwe bin. Derheqê alîkarîyê de me çawa berê alîkarî dikir û niha jî dikin, em ê dîsa jî alîkarîyên xwe bidomînin. Ji ber vê yekê îxtîyaca me bi alîkarîya xêrxwazan heye. Em tev bi hevre bi emrê Xwedê destê xwe yê alîkarîyê ji birayên xwe yên Efxenîstanê re bişînin.”

Xêrxwazên ku ji kampanyayê re alîkarîyê destek bidin, bexşên xwe di edresa www.umutkervani.org.tr de dikarin bidin. Mirovên dixwazin ku derheqê kampanyayê de agahî bigrin bi numareya 0212 562 34 72- 0543 870 81 32 dikarin agahîyê bigrin.  (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir