Li Erzîncanê otobusa rêwîyan qulibî: 24 birîndar
Otobusa rêwîyan a ku ji kontrolê derket qulibî, di encama qezayê de 24 kes birîndar bûn.
Qeza li nêzî gundê Akarsuya navçeya Refahîyeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku ji Îzmîrê ber bi Îdirê ve diçû qeza kir.
Di encama qezaya ku pêk hat de 24 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)