Ji Serokatîya ÎNTERPOLê re Al Raîsî hat hilbijartin
Sergeneral Ahmed Nasser Al Raîsîyê Serçavdêrê Wezareta Karê Hindir ê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, ji Teşkîlata Polês a Neteweyî (ÎNTERPOL) re wek serokê nû hat hilbijartin.
Ahmed Nasser Al Raîsîyê ku ji teref gelek kesan ve wek “îşkencekar” tê naskirin û namzetîya wî dihat zanîn, di hilbajêrtinên ÎNTERPOLê yê ku li Stenbolê hatibû kirin de wek serok hat bijartin.
Ev cara ewil e ku yekî Ereb ji serokatîya ÎNTERPOLê re wek serok hat bijartin. Al Raîsîyê ku li 4 welatan derheqê wî de doz hatiye vekirin, ew ê 4 salan ji ÎNTERPOLê re serokatîyê bike. (ÎLKHA)