• DOLAR 32.453
  • EURO 34.487
  • ALTIN 2467.603
  • ...
Mislimanê ku temamê emrê xwe ji Îslamê feda kiriye û ketiye nav refê şehîdan:Şehîd Ehmed Arik
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şehîd Ehmed Arikê ku di sala 1990î de  de’wa Îslamê nas kiribû;  di ‘îlmê de xwe pêşve biribû, bi xebatên xwe yên Îslamî neyarên xwe aciz kiribû, berîya şehadetîya xwe heyetekî gelek tesîrdar jîyan kiribû ku hê ew şehîd nebûbû jî ji wî re dihat gotin “Şehîd.”Şehîd Ahmed Arik 22yê Mijdara sala 1993yan de ji teref neyarên Îslamî ve hat şehîdkirin.

Li ser şehadeta şehîd Ahmet 28 sal derbas bûn; lê ew hê jî ji teref hevalên wî ve nayê jibîrkirin. Ew ji ber xizmetên xwe yê ku li navçeya Rezana Dîyarbekir kiriye, ji ber  mêranîya xwe, feraseta xwe, hevaltîya xwe û sedeqeta xwe yê ku li hember de’wa Îslamê nîşan dabû nayê jibîrkirin. Hevalên şehîd Ahmed Arik qala heyat û exlaqê wî yê xweşik kirin.

Zeynel Abîdîn Gûlseverê ji hevalê şehîd Ahmet Arik ji ÎLKHAyê re qala exlaqê şehîd, malbata wî û ‘îlmê wî kir.

“Şehîd Ahmet yekî xebatkar bû û de’wa Îslamê gihîştandibû her derê navçeya Rezan”

Gûlsever derheqê heyata Şehîd Ahmed de weha axivî, “Şehîd Ahmed di sala 1988an û 1989an de li navçeya Rezan rûdinişt. Wê demê hê xortanîyekî Îslamî li holê tinebû, ew dem demekî wisa bû ku di salên 80î de îxtîlal hatibû kirin û ji ber vê îxtîlalê li ser însanan endîşe hebû û em jî ji xortên wê demê bûn.”

Gûlsever derheqê malbata şehîd Ahmet Arik de jî axivî û di berdewama axavtina xwe de weha got, “Şehîd Ahmed zarokê malbetekî dîndar bû. Bavê Ahmed yekî dîndar bû û yekî sofî bû, bavê wî xwe û malbata xwe ji cehîltîyê diparast. Şehîd Ahmed mektebê nexwendibû lê dîsa jî xwe di ‘îlmê de pêşve biribû, em berîya wî ketibûn vê de’wê, lê Ahmed bi ‘ilmê xwe û bi xebatkarîya xwe ketibû pêşîya me.”

Gûlsever derheqê şehîd Ahmet de destnîşan kir ku, wê demê ku însanan di lêgerînekî heyetek Îslamî de bûn, şehîd Ahmed jî ji zarokan re di mizgeftan de dersê dida, şehîd wan xortên ku perwerde kiribû jî ji bona ku li mizgeftên dinê dersê bidin wan dişand mizgeftên dinê. Gûlsever destnîşan kir ku Şehîd Ahmet yekî xebatkar bû û de’wa Îslamê gihîştandibû temamê navçeya Rezan.”

“Kekê Muhammed Sudan, ji wî re navnasa ‘Şehîd Ahmet’ danîbû”

Gûlsever di pêşîya şehadeta wî de qala navnasa “Şehîd” jî kir û axavtina xwe weha domand, “Li Dîyarbekirê mirovên ku navê wan Ahmed e pi rbûn, Kekê Muhammed Sudanê pîrê mizgeftan jî ji bona ku mirovên ku  navên wan Ahmet in neyên tevlîhevkirin, wê demê ji Ahmet re navnasê ‘Şehîd Ahmet’ dabû. Şehîd Ahmet xwedîyê qarakterekî teblîxvan bû û ji ‘îlmê re jî gelekî meraqdar bû. Em di hinek wextan de diçûn mêvantîyê, me li mêvantîyê heta seatên dereng muhebetê dikir û em wê şevê li wî malê radiketin. Wexta ku em radiketin me digot qey şehîd Ahmed jî radikeve, lê wexta ku ji bona nimêja serê sibê me radikir û me didît ku kitêbên ku qasê refekî ye kom kiriye û li ser wan kitêban xebitîye. Şehîd Ahmet xwe wisa pêş ve xistibû ku mirovên ne li ser fikra Îslamê bûn jî nikaribûn bî wî re mineqeşe bikirana. Rêxistinên ku li hember Îslamê bûn wê demê pir bûn. Şehîd Ahmet di wê dema ku rêxistinên çepgir, nîjadperest û hêzên tarî yên ku ketibûn nav dewletê de cesaretê dida me. Ji ber vê cesareta wî wexta ku em li cem wî bûna me xwe di ewletîyê de hîs dikir.”

Gûlsever destnîşan kir ku şehîd li nimêja xwe û li îbadetên xwe pir dîqet dikir û axavtina xwe weha zêde kir, “Şehîd Ahmed wekî Îmam Zeynel Abîdîn, mirovekî ehlê sicdê bû. Tê bîra min carna şehîd diçû sicdê nîv seat di sicdê de dima. Carna em û wî bi hev re diçûn mizgeftê me nimêja xwe yê ferz û sinetê dikir û derdiket, Ahmed jî nimêjên xwe dikir, tesbîheta xwe dikşand û nimêjên xwe yê miekked jî dikir û hê derdiket. Me tu car nedidît ku Ahmet terka wan îbadetên xwe kirîye an jî wan îbadetên xwe îhmal kirîye. Carna di rojên taybet de me di mizgeftan de bernameyan tertîp dikir, di tertîpê de me zikir dikşand, Quranê dixwend û îbadetên dinê dikir lê şehîd Ahmet heta serê sibê nimêj dikir.”

“Şehîd ji naskirina de’wa Îslamê re herî kêm ji 100 heb xortan re bûbû wesîle”

Gûlsever derheqê şehîd de qala evînîya ‘ilmê û ‘ezma wî kir û li axavtina xwe weha zêde kir, “Şehîd Ahmet mektebê nexwendibû lê wekî alimek û akademîsyenekî bû. Ji sedan zêdetir xort ji şehîd hez dikirin û şehîd bi xwendina xwe û bi ‘ilmê xwe wan xortan ji xwendinê re sewq dikir. Şehîd ji naskirina de’wa Îslamê re herî kêm ji 100 heb xortan re bûbû wesîle. Taybetmendîyekî wî yê dinê jî evîndarîya wî yê şehadet û Hz. Huseyn bû. Qiyama li hember zilmê yê Hz. Huseyn, egîdîya wî û di nav ewqas însanan de pêşengîkirina wî di şehîd Ahmed de evînekî mezin çêkiribû. Ahmed wexta ku digot ‘Huseyn’ te di got qey dihelîya, qesîdeyên ku li ser Hz. Huseyn dihatin gotin gohdar dikir û ji wan qesîdeyan pir hez dikir. Ez û şehîd tertîb bûn lê ew pêşîya min çûbû leşkerîyê û pêşîya min leşkerîyê qedandibû. Wexta ku ez hatibûm Dîyarbekir ji min re wuha gotibû, ‘Tertîb ez berîya te çûm leşkerîyê berîya te ji leşkerîyê hatim û ez ê berîya te jî şehîd bibim’ heqîqeten wisa jî bû. Ahmed di meha mijdarê sala 1993yan de şehîd bû, em hê jî li vê derê ne. Xwedê Teala şehîdîyê bike nesîbê me jî înşaallah.”

“Xebera şehadeta wî dilê min tenê neêşand, dilê temamê cemaetê êşandibû”

Gûlsever qala dema şehadeta şehîd jî ji me re kir û weha axivî, “Şehîd Ahmet di roja duyemîn a zewaca min de şehîd bû. Xebera şehadeta wî dilê min tenê neêşand, dilê temamê cemaetê êşandibû. Kekê Muhammed Sudan derheqê şehîdbûna şehîd de heyfa xwe anîbû û weha gotibû, ‘Van xeraban û van hêzên tarî me şehîd nekirin, dest û pîyê me şikandin’. Ez wexta ku li mizgeftê cem cinaza wî bûm min di hindirê xwe de jê re wisa got, ‘Ez ê niha bi kî re henekan bikim û ez ê bi kî re mijûl bibim.’ Tê bîramin ez tenê li ser cinaze şehîd mabûm û min bi wî re xeber da û min wî maç kiribû. Me wî şand axiretê û cem şehîdan.”

Gûlsever di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ew qas sal li ser şehadeta wî derbas bûye, lê em hêjî bêrîya wî dikin,weka ku hê li cem me be, em hê jî di hinek deman de wî di xewnên xwe de dibînin. Xwedê Teala meqamên wan şehîdan bilind bike, ji bona ku em di rêya wan de herin ji me re û ji xortan re jî qewet û îmkanê bide û şehîdîyê bike nesîbê me jî.”

“Ez dikarim bêjim ku şehîd wê demê kitêbên ku derheqê şehadetê de hebûn tev xwendibû”

Firat Nartê ku hevalê Şehîd Ahmet e destnîşan kir ku şehadet ne wisa tiştekî bi rehet e ku mirov qala wê meqamê bike û şehîd Ahmet jî ne mirovekî ji rêzê ye ku mirov qala wî bike, şehîd yekî wisa bû ku hê şehîd nebûbû ji wî re digotin “Şehîd” û li ser wî qasîdeyek hatibû derxistin ku di qasîdê de ‘Ey şehîd, şehîd Ahmet’ dihat gotin. Nartê axavtina xwe ya derheqê şehîde wisa domand: “Şehîd Ahmed li dikana hêşinahîfiroşiyê ku li kêleka Mizgefta Bedirê bû dixebitî. Kekekî me yê bi qîmet bi wî re eleqeder dibû û di sala 1988an de wî bi de’wa Îslamê da naskirin. Şehîd ji wan însanên herî kêm bû ku wan însanan xwe bi lez pêşve dibirin û ev pêşvebirina xwe heta dawîyê dibir. Şehîd dibistana seretayîyê tenê xwendibû lê wexta ku xeber dida mirov digot qey zaningehê xelas kiriye. Heta carekî di cemaetekî ku ji xortên zaningehê hatibû komkirin de sohbetê dida û ji wan xortan yek weha pirsîbû, ‘Vî hevalî di kîjan kampûsê de dixwîne?’ û wexta ku ew xort hîn bûbû ku şehîd dibistana seretayî xelas kiriye, ji vê yekê bawer nekir û şaş ma.”

Nart derheqê qîmetdayîna ‘îlmê yê şehîd de jî axivî û li axavtina xwe weha berdewam kir, “Dema ku me kêfê dikir şehîd kitêban dixwand. Ez dikarim bibêjim ku şehîd wê demê kitêbên ku derheqê şehadetê de hebûn tev xwendibû. Me ji wî re digot “Şehîd Ahmet” lê ew, ew  qas ji şehadetê hez dikir me êdî jê re digot “Şehîd”. Xebera wî ya şehadetê li ser me tesîrekî mezin hiştibû.”

“Qabîlîyetekî şehîd hebû ku xortan di bin tesîra wî de diman û bi ya wî dikirin”

Nart bal kişand ku wê demê di xebatên mizgeftan de Ahmed Arik jî ji mirovên herî muhîm bû û destnîşan kir ku Mizgefta Îstasyonê yê ku niha navê wî Mizgefta Sûmerê ye, wê demê ji ber xebatên şehîd di nav xortan de navê mizgeftê bûbû ‘Mizgefta şehîd Ahmet’, ew ji gelek însanan bûbû wesîleya hîdayetê , qabîlîyetekî şehîd hebû ku xortan di bin tesîra wî de diman û bi ya wî dikirin.

Nart di axavtina xwe de bal kişand ku şehîd mirovekî lêkolîner bû û mirovekî jîr bû, Nart di berdewama axavtina xwe de weha got, “Taybetmendîyekî şehîd hebû ku ew taybetmendî, wexta ku şehîd xeberek bianîya xeberekî saxlem dianît. Wexta ku yekî ji wî re bigotana ‘Tu dikarî vê meselê hîn bibî’ şehîd temamê dêtayên wê meselê dianî. Xatireyekî wî û Kekê Muhammed Sudan tê qalkirin ku ‘Kekê Muhammed Sudan digot ku sebeba hezkirina min a Şehîd Ahmet ev e ku wexta tu ji wî tiştekî bixwazî ew diçû temamê meselê hîndibû û hê nû dihat cem min. Yanî te hê derheqê meselê de tiştek nedigot meselê ew temam dikir. Lê ev bi vê taybetmendîya xwe ji me cuda bû’ ”

Nart derheqê şehîd de qala têkoşîna wî jî kir û weha domand, “Hetta wexta ku çûbû leşkerîyê û ji leşkerîyê hatibû îznê, dîtibû ku di nav welat de micadeleyekî mezin tê dayîn, ji ber vê yekê nedixwest ku here leşkerîyê, ji bona ku li herêmê bimîne gelek micadele dida. Şehîd bi îqnakirina Kekê Muhammed Sudan ji bona ku leşkerîya xwe biqedîne çû Kibrisê leşkerîya xwe kir. Şehîd Ahmet dema ku li leşkerîyê bû di mizgefta leşkerîyê de sohbetê dida, meletîyê dikir û hetta Fîzîlal-îl Quranê jî bi Fermandarê xwe dabû standin û li leşkerîyê Fîzîlalê xwendibû û qedandibû.”

“Şehîd zanibû ku ew ê kî wî şehîd bike

Firat Nart di berdewama axavtina xwe de weha got, “Şehîd yekî gelek comerd bû. Qet ji bîra min naçe, rojekî hevalekî me cilşokekî dabû şehîd. Şehîd jî yekî zewicandibû û sebîyên wî jî hebû lê disajî wê cilşokê nebiribû mala xwe ji min re anîbû. Şehîd bi gotinan nayê terîfkirin. Wexta ku nimêj dikir te di got qey ji vê dinyayê derdiket, yekî ku ji derve ve lê binêhêrta ew ê bigotana qey yekî wisa li wê tuneye.”

Nart, qala hedîseyên ku di dema şehadeta şehîd Ahmed de li herêmê pêk hatibûn jî kir û weha axivî, “Şehîd dema ku ji leşkerîyê hatibû, ji ber micadela ku li herêmê tê dayîn, zanibû ew ê ji teref kî vê bê şehîdkirin û ji me ra weha gotibû, ‘Ew ê filan kesa min şehîd bikin’. Heqîqeten şehîd vîya jî zanibû. Bi rastî jî ew jî zanibû ku bi xebatên xwe kî aciz kirîye û wan kesan kiriye nav rewşeka zor. Ahmed 22yê mijdarê di sala 1993yan de ji teref hêzên tarî ve hat şehîdkirin. Şehadeta wî dilê me gelekî şewitandibû. Wê demê demekî gelek zor û zehmet bû, em bi hevre canêcan bûn, lê ji ber demajoya wê demê ez 9 roj paşê çûm ser mezelê wî û min wî zîyaret kir. Demajoyeke wisa zor û zehmet bû ku ez di dema şehadeta wî de nikaribûm biçûma ba wî, me enîya wî maç nekir, em nikaribûn wî zîyaret bikirana.”

Nart di dawîya axavtina xwe de weha got, “Xwedê Teala ji me re jî şehadetekî wîsa û ji bona îbadetan re qabîlîyetekî wisa bide. Wexta şehîd bi hevalekî xwe re li taxa Lefkoşeya navçeya Rezana Dîyarbekir di rê de diçin, ji teref ekîbekî ku ji 4 an jî ji 5 heban ve êrîş li ser wan tê kirin,  şehîd Ahmet bi gula ‘ewil dikeve ‘erdê. Şehîd dema ku dikeve ‘erdê 2 gulan berê qatilan dide lê dîsa jî şehîd dikeve. Wê  rojê li Dîyarbekir nêzîkî 10 heb hedîseyên cidî çêbûn ku yek ji wan jî şehîdîya Şehîd Ehmed bû.” (ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir