Operasyon li endamên FETOyê yên di nav ewlehîyê û cendirmê de hat kirin: 31 binçavî
Li Îzmîrê di operasyona ku li dijî endamên FETOyê yên ewlehîyê û cendirmê hat kirin de 31 heb şikdar hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku şikdarên di operasyonên hevdemî de hatine girtin bi telîmata rêxistinê tim û tim mal guhertine.
Tê diyarkirin ku şikdarên hatine girtin li ser navê van mirovên ku derheqê rêxistinê de dosyayên wan tinene xanîyan kirê kirine û vê yekê ji eqrebeyên xwe jî veşartine. (ÎLKHA)