• DOLAR 32.492
  • EURO 34.956
  • ALTIN 2431.797
  • ...
Ji teref Weqfa Êtîman ve ji Xezzeyê re alîkarîya ambûlansê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima sîyonîst a îşxalker êrîş li Filîstînê dest pê kiribû ku ji ber vê yekê Weqfa Êtîman jî ji bona Filistînê alîkarî bike kampanyaya bi navê “Ji bona Xezze Bibe Derman” da destpêkirin.

Fîkrî Karavîlê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman derheqê kampanyayê de ji ajansa ÎLKHAyê re di dema êrîşa îşxalkeran de daxuyanîyek dabû.

Karavîl destnîşan kiribû ku meseleya Filîstînê meseleyekî ummetê ye û lazim e ku temamê Misilmanan ji xelqê Xezzeyê re alîkarîyê bikin.

Bi alîkarîyên ku ji teref Weqfa Êtîman hatîye komkirin 2 heb ambûlans hat standin û ji Xezzeyê re hat şîyandin.

Ahmet El-Walîyê welatîyê Filîstînî û Temsîlkarê Xezze yê Weqfa Êtîman, di merasîma teslîmkirina ambûlansan da daxuyanî kir.

Walî bi ayeta “…Yekî ku canekî xelas bike, mîna canê temamî însanan xelas bike ye…” (Maîde 32) dest bi daxuyanîya xwe kir û weha axivî, “Weqfa Êtîman, ji xelqê Xezzeyê re gelekî alîkarî kiriye. Ji wan alîkarîyan herî mûhîm jî ev 2 heb ambûlans in. Tiştên ku çi lazim be di van ambûlansa de heye. Wan ambûlansan ket muayeneya Xezze yê. Hemd ji Rebbê Aleman re be ku ev ambûlans kamil in ku ji ber vê yekê ji sînor derbas bûn. Bi îzna Xwedê xelqê Filistînî ew ê ji van ambûlansan îstîfade bikin.”

El-Walî ji mirovên ku alîkarîyê dane kampanyaya “Ji bona Xezze Bibe Derman” spasîya xwe pêşkeş kir.

Heta niha 27 ambûlans hatîye şîyandin

Endamê Komîtîya Birêveberîya Weqfa Filîstînê destnîşan kir ku ji teref Weqfê Êtîman ve kampanyaya bi navê “Ji bona Xezze Bibe Derman” ve hatîye tertîpkirin û di bergeha vê kampanyayê de 2 heb  ambûlans di 10ê Mijdarê de gihîştîye Xezze yê.  Endamê Komîtîya Birêveberîya Weqfa Filîstînê wiha li axavtina xwe zêde kir, “Ji ber êrîşên sîyonîstan ên ku di meha Gulana borî de li Xezzeyê hatibû kirin de zirareke mezin pêk hatibûn û pêdivîya xelqê Filistînê ji derman û ambûlansan re hebû. Me li gelek welatan kampanyaya dabû des pêkirin. Ambûlansên me yê ku ji teref şîrketekî Misirê ve peyde kiribûn di Derê Sînora Refahê de hatibû sekinandin. Wan ambûlansan di 10ê Mijdarê de gihîşt Xezzeyê.”

Rejîma îşxalker di 9ê Gulanê sala 2021yan de êrîş li Xazzeyê kiribû û di vê êrîşê de bi tevahî 65 heb zarok, 39 heb pîrek 232 heb Filîstînî hatibûn şehîdkirin. (ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir