Li Iraqê mirovek li ser nimêjê rehmet kir
Li mizgeftekî bajara Ramadîya Iraqê mirovek dema ku bi cemaetê re nimêj dikir, ji sebeba dilrawestanê rehmet kir.
Hat hînbûn ku ev hedîse di 20ê Mijdarê de li Mizgefta Urve Bîn Zûbeyr a li bajara Ramadîyê çêbûye.
Di vîdeoya medyaya civakîde tê dîtîn ku mirovekî extîyar ku navê wî Hidir Abdurrahman El-Anî ye, di dema nimêja mexrîbê de wexta ku di qîyamê da ye dilrawestin derbas dike û ji teref cemaetê ve tê rakirin nexweşxanê.
Hat destnîşankirin ku li nexweşxanê midexele tê kirin lê dîsa jî El-Anî canê xwe ji dest da.
Ji teref birêveberîya mizgeftê ve hat daxuyandin ku El-Anî ji mudawîmên mizgeftê bû. (ÎLKHA)