Serwîsa xwendekaran qeza kir: 25 birîndar
Li navçeya Gebzeya Kocaelîyê serwîsa xwendekaran qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 25 kes birîndar bûn.
Qeza li navçeya Gebzeya Kocaelîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa ku 25 xwendekarên lîseyê tê de bûn ji ber sedemeke ku nayê zanîn gindirî çem. Di encama qezayê de 25 kes birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)