• DOLAR 32.866
  • EURO 35.208
  • ALTIN 2452.494
  • ...
Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMA’yê: Tiştê ku aramî û hizûra civakê xera dike selefxurî û faîzxurî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kiliçarslan di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, tiştê ku aramî û hizûra civakê xera dike selefxurî û faîzxurî ye.

Enwer di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir, melûm e Xweda Ezze we Celle me însan xûliqandîye, vê kaînatê jî tev ji bo însan xuliqandîye, ji bona me xulaqîndîye û Xweda ji me re pêxemberekî şîyandîye û bi wî pêxemberî ji me re Quranê şîyandîye, bi wê Quranê jî pêxember ji me re teblîx kirîye û ji me re tewsîye kirîye.” Enwer dû re wiha got: “Xweda di Quranê de ji me re emir dike û ji me re dibêje, ‘Bi şeklê heramê, bi batil, bi qumar û bi faîzê malên hev nexwin’ pêxemberê me (a.s.m) dibêje ‘Yekî ku loqmekî malê heram yê însanekî bixwe 40 roj îbadetên wî qebul nabe’ Ew loqma heram dikeve nav xwîna wî û 40 roj îbadetên wî qebûl nabe. Pêxemberê me (a.s.m) dibê je‘Yekî ku bedena wî ji heramê bê girtin û goştê wî ji heramê be roja qîyametê layîqê agirê cehennemê ye. Di heqê faîzê de Xweda ezze we celle melûm e wanê ku tefecîlixê dikin tevekî bi heramî, bi malê xeyrîmeşru malên xelqê dixwun diwesfîne. Însanên ku ketine zor durimê, melûm e diçin ba wan. Mesela pere didin wan bi faîzê. Pêxemberê me vê meselê nehîy dike û li ser vê meselê dibêje, ‘Yekî ku ket mecburîyetê; ji mecburî, jiber problema heyî bila malê xwe bifroşe, bi erzanî malê wî nestînin’ îja Xweda dibêje, ‘Eger ku hun xwe ji vê faîzê bernedin, xwe ji herba Xweda ra hazir bikin’ Xweda ezze we celle îlana herbê kirîye, bi wan kesên ku faîzê bixwun. Heta pêxemberê me (a.s.m.) dibêje,’Yekî ku dîrhemekî faîz bixwe wekî ku 36 caran zînayê bike’ gûnehê wî ew qas mezin e. Yanê di zemanê pêxemberê me de muşrikan mal didan hev; bi deyn û bi faîzê didan hev, ew kesê di wextê zemanê dayîna deynê xwe da nikaribûna deynê xwe bidana, ew kesê ku faîzê dabû jê re digot ya tu dê perê xwe bidî an jî ezê faîzê zêde bikim. Ê mesela faîzê zêde dikir dîsa ku wexta dayîna deynê wî bihata mirov nikaribû deynê xwe bida. Bi vê şeklê heta însan ji xwe re bikirana kole ku koletî jî ji şîrkê hatîye ev yek berdewam dikir. Dînê Îslamê jî koletîyê her rakirîye, her gunehekî însan ku bike koleyekî evê azad bike, dibe ku bibe kefaretê gunehên wî. Ji ber wî wan însanan dikir kole. Îjar Xwedê Teala îlana herbê li wan kirîye.”

Mele Enwer di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ê ku muamela faîzê terk neke bila xwe ji herba Xwedê û pêxemberê Xwedê re hazir bik e. Kiliçarslan dû re wiha got: “Ev mesela faîzxwarinê dibe sebeb ku însan, ne zekatê  xwe bidin û ne jî sedeqê xwe bidin. Pêxemberê me (s.a.v) dibêje ku, ‘Sedeqe bereketa ‘emr e, sedeqe bereketa mal e, sedeqe def’a belayan e.’ Heta pêxemberê me (s.a.v.) dibêje ‘ Hûn tedawîya nexwaşîyên xwe bi sedeqê bikin’ wekî dinê dibê ku ‘Roja qîyametê însan ku diçe hizûra Xwedê, yanî ku di heşrê da roj tê li serserê însan, Xwedê însanê ku sedeqê dabe dike bin sîya xwe.’ Vanê ku tefecîlixê dikin ne sedeqeyê, ne zekatê didin û ne jî dilê wan bi însana dişewite. Însan tê ba me ji bona şerîatê, mêrik çûye ketîye tefecîlixê û ketîye destê tefecîyan; zêrê jina xwe daye, mal û milkê xwe tev daye, ew û pîreka xwe bi hev ketine, di mal da hizûr nemaye. Dilê vana bi însana naşewitin. Însanîyet li ser ûnsîyetê ye. Pêxemberê me dibêje, ‘Qenctirînê însanan ew kes in feydeya wan digihêje însanên derdorê.’  Îja vanê ku hînî tefecîlixê, hînê faîzê dibin û malên xelqê dixwin merhemet bi wan re namîne û şefqet jî bi wan re namîne. Roja qîyametê jî pêxemberê me (a.s.w) dibêje, ‘Ê ku rehmê bi însanan neke, roja qîyametê Xwedê jî rehmê lê nake’. Ji ber wî tewsîya me li însana ye ku bila zanibin heyat bes  ne heyata li dinyayê ye. Em çend roj li vê bin û sibê disbe ji li vir herin hizûra Xwedê?  Xwezî qe ne bi wî ku faîzê xwaribe û goştê wî, bedena wî ji faîzê çêbûbe û bi wî awayî here hizûra Xwedê, musteheqê ‘ezabê Xwedê bibe. Îja Xwedê me teva îsleh bike, Xwedê me bike tabi’ê Qurana xwe û tabi’ê sunneta pêxember.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir