Li Herêma Kurdistanê 17 kes ji Coronavîrusê mirin û 400 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 400 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 17 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 365 hezar û 907 kes bi vîrusê ketin û 6 hezar û 535 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)