• DOLAR 35.388
  • EURO 36.558
  • ALTIN 3020.17
  • ...
Weqfa Evîndarên Pêxember bernameyên “Meha Mijdarê Meha Eshabîyan” daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derheqê bernameyê de Weqfa Evîndarên Pêxember peyamek belav kir, di peyama weqfê de derheqê jîyana eshabîyên ku dê di bernameyê qala wan bê kirin de agahî hat dayîn. Peyama weqfê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember, Adnan Akgonul xwand.

Adnan Akgonul bi ayeta 74an a sureya Enfalê dest bi peyamê kir û di peyamê de wisa got, “Di Qurana Pîroz de derheqê eshabîyan de gelekî ayet hene. Wan eshabîyên ku ji ber ku alîkarîyê dane pêxember û de’wa wî; Rebbê Alemê jî di Qurana xwe yê pîroz de qala wan kirîye. Di jîyana her eshabîyekî/ê de ji bona me muminan nimune, mîsal û qencîyek heye.”

“Em ji bona xelasîya xwe ji jîyana wan eshabîyan îstîfade dikin”

Akgonul qala bernameyên salên berê kir, “Em bi navê Weqfa Evîndarên Pêxember çawa ku ji bona naskirina îslamê û naskirina pêxember bernameyan çêdikin, di sala 2015an de jî dest bi bernameyên jîyana eshaban kir. Me di meha Mijarê de ji bona heyata wan eshabîyên ku pak, paqij in û wan eshabîyên ku rêya me ronî dikin, bê hînbûn me dest bi bernameyan kir.”

Akgonul di peyama xwe de qala xebatên ku ji 2015an heta îro hatine kirin jî kir, “Me ji sala 2015an heta îro qala heyata Hz Ebubekir, Hz. Omer, Hz. Osman, Hz. ‘Elî kirîyê û di heyeta wan de ji bona însanîyetê me di bernameyên xwe de qala meseleyên mûhîm kir. Di bernameya Hz. Ebubekir de me qala ‘sedeqeta Hz. Ebubekir’ kir, di ya Hz Osman de qala ‘heya û edeba wî’ kir, di ya Hz. Elî de ‘qala îlmê’ kir. Xeyn ji heyatên Aşere-î Mûbeşere me di sala 2019an de dest bi heyata eshabîyên pîrek jî kir. Her wisa dîsa di sala 2019an de me qala heyata Sa’d Îbnî Ebî Vaqqas û heyata ‘Dayîka Mû’minan’ ya Hz. Aîşe kir. Di sala 2020an de qala heyata Abdurrahman Îbnî Avf û ‘Dayîka Bavê Xwe’ ya Fatimatuz Zehra kir.

“Çavkanîya sereke ya xelasîya me şopandina van stêrkan e”

Akgonul derheqê eshabîyên ku dê îsal qala heyata wan bê kirin da jî peyam da û wiha got, “Em ê îsal jî di bernameya xwe de qala heyata eshabîyekî bikin ku ew eshabî ji Aşere’î mubeşereyê ye. Em ê qala Talha Bîn Ubeydullah û pîreka hebîbê Xweda Hz. Aîşe bikin. Xeyn ji van eshabîyan em ê di bernameyên xwe de ji heyatê eshabîyê zilam, qala heyata Hz.Ebu Basîr, Ebu Hureyre, Zeyd Îbnî Harîs û Sa’d Îbnî Muaz bikin, ji eshabîyên pîrek jî qala heyata Hz Cûveyrîye Bîntî El Harîs, Ûmmû Ruman, Afra Xatun û Berîrê bikin bi îzna Xwedê.”

Akgonul di dawîya peyama  de weha got, “Em bawer dikin ku heyata wan eshabîyan ji bona xelasîya me  mîsalek e. Wan eshabîyên ku li ba Resulê Xwedê perwerdehî dîtine û ji bona me bûne neslekî  mîna pira di navbera me û Quran û Sunnetê de. Bi taybetî ji bona birayên me yî xort  nimuneyek pir xweş in, Talha bîn Ubeydullahê ku bi malê xwe û bi bedewbûna xwe tê zanîn, ji bona heyayê jî mînakekî baş e. Ji bona qîzên me yên xort jî Hz Aîşe  bi îffet û heyaya xwe nimuneyeke baş e.”  (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir