• DOLAR 32.574
  • EURO 34.941
  • ALTIN 2426.025
  • ...
Li Batmanê 112 telebe îcazet girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gelek mêvan beşdarî merasîmê bûn, di merasîmê de Midûrê Weşana Giştî yê Dogruhaberê Mehmed Goktaş jî xeber da. Goktaş di xeberdana xwe de bal kişand li ser medresa û perwerdehîyê.

Piştî  xeberdana Goktaş merasîm dest pê kir. Navê qîzên ku îcazetê digrin hat gotin û dûre nivîsa îcazetê hat xwandin. Li pey xwendina nivîsê 112 telebê qîz yên ku di 4 salan de îlmê Serf, Nehîv,Tefsîr, Hedîs û Fiqhê qedandine,  yek bi yek îcazeta wan dan wan.

Merasîma îcazetê piştî xwendina duayê qedîya.

“Alîkarî tunebe ev kerwan nameşe”

Mele Beşîr Şîmşek di bernameyê de ji ÎLKHAyê re xeber da û di xeberdana xwe de weha got: “Hemd ji Xweda Teala ra be. 4 sal e qîzên me di medresan de îlmê Îslamê digrin, îro ev roj e ku wan qîzên me dersê xwe qedandine û mezûn bûne. Wan qîzan, ev bernameya îcazetê heq kirine. Daxwazîya min e ku ev bername û ev îcazet ji bona xêrê bibe wesîle. Em bi navê ÎTTÎHADUL ULEMAyê van xûşkên xwe pîroz dikin. Em; dîya wan , bavê wan û misilmanên ku ji vê perwerdehîyê re bûna alîkar re jî teşekkur dikim. Xweda ji teva razî be. Lê em vîya zanin ku bi alîkarîya wan nebe ev kerwan nameşe.”

“Armanca me  ye ku em heyateka Îslamî ji gel re pêşkêş bikin”

Şîmşek di xeberdana xwe de ji bona xizmeta gel bal kişand li ser perwerdekirina aliman û destnîşan kir:“Îro li vê derê ji bona însanîyetê xizmeteke baş tê kirin, bêşek ev yek ji bo gel tê kirin û tê armankirin ku  heyateke Îslamî ji gel re bê pêşkeşkirin. Em jî bi navê ÎTTÎHADUL ULEMAyê bawerîya me ew e ku xelasîya xelqê me bê şek bi îlmê Îslamî, ededê Îslamî û bi qîmetên Îslamê ye. Di pêşîya van tiştan da jî bêşek perwerdehîya Îslamê tê. Wan xûşkên me çend salan bi exlaqa Meryem di nav çar dîwaran da vê îlmê xwendine û îro jî heqê zehmetîya xwe distînin.”

“Em ji xuşkê xwe dixwazin ku bila îlmê xwe bi civakê re parve bikin”

Şîmşek di berdewama daxuyanîya  xwe de ji telebeyan re jî bang kir û weha got, “Hêvîya me ya ji telebên me ev e; piştî vê îlmê bila li malên xwe rûnenin. Lewra îlm emanetek e  ji me re. Em dixwazin ku vê îlmê bila bi însanan re parve bikin. Ez bang li xûşkên xwe dikim; mutleqa vê îlma ku hûn hîn bûne bi ferdên gel re dabeş bikin, xizmetê bikin, teblîxê bikin û îrşadê bikin. Ji xwe armanca me jî îsleha civakê ye. Em dixwazin ku de’wetkarên xwendina îlmê Îslamê û ‘emelkirina bi vê îlmê bila zêde bibin. Bi îzna Xwedê ev xûşkên me jî evê alîkarîyê bidin ji vê xizmetê re.”

Ji teref malbatên talebeyan ve hat destnîşankirin ku ev merasîm û ev îlma ku qîzên wan xwandîye ji bo wan şanazîyek e.

“Xwedayêmin ev dilînê ji temamê dayîk û bavan re nîşan bide”

Ji malbatên talebeyan Ahmet Karhan hîssê xwe weha anî ziman: “Min qîza xwe ji bona xwandinê şand medreseyên  ÎTTÎHADUL ULEMAyê, hemd ji Xwedê re îro mezûn bû. Xwedayê min ev kêfxweşîya min bila nîşanî temamê dayîk û bavan bide. Min qîza xwe ji bona ku îlma Îslamê tehsîl biketeslîm kir. Bi îzna Xwedê îlma ku qîza min girtîye emê li Agirîyê jî dewam bikin.”

“Sebîyên me li ser exlaqa îslamê mezin dibin û em pê gelek keyfxweş dibin.”

Şaban Gokhan jî derheqê mezûnîyetê de xeber da û di xeberdana xwe da weha got:“Xwedê ji meleyên me razî be ku sebîyên me bi exlaq, îlm û edeba Îslamê mezin kirine. Îro ev roj ji bona me rojekî şanazîyê ye. Di vê çaxê de sebîyên me bi exlaqa Îslamê mezin bûne, em pê gelek keyfxweş bûn. Bi taybetî ji meleyên ÎTTÎHADUL ULEMAyê re teşekkur dikim. Ji sebîyan re serkeftin û serfirazîyê dixwazim.”

“Em pir keyfxweşin”

Abdulselam Kalkan hest û ramanên xwe ji mîqrofonê ÎLKHAyê re got: “Qîza min 4 sal îlmê Îslamê xwend. Elhemdulîllah em ji ber vê yekê pir keyfxweşin. Qîz û law ferq nake lê sebîyên qîzîn ji bona min wexta ku îlmê dixwînin pir baş e. Ji ber ku me’elimên sebîyan a ‘esil dayîka wan e. Wexta ku dayîk me’limtîyeke baş bike ewê sebî jî bi başî mezin bibe.”

Hurîye Aktaş daxwazîya xwe got, “Daxwazîya min e ku xortên bi Îslamê exlaq girtine bila zêde bibin. Em bi zêdebûna medrese û telebeyan jî gelek keyfxweş dibin. (ÎLKHA)

 

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir