• DOLAR 32.378
  • EURO 34.728
  • ALTIN 2396.372
  • ...
Li Yemenê di 3 rojên dawî de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê Twîtterê yê Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Yemenê hat dayîn da hat destnîşankirin ku ji ber şerê li welêt tesîreke neyînî li sivîlan kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tenê di sê rojên dawî de 3 zarok li Taizê û 12 kes li Maribê jiyana xwe ji dest dan."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, "Sivîl li gorî hiqûqa navneteweyî tên parastin, ne hedef in."

Di pevçûnên ku 7 sal in li welêt dewam dikin de zêdeyî 233 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir