• DOLAR 32.383
  • EURO 34.81
  • ALTIN 2405.099
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Mêrdînê bi esnaf û muxtaran re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu ji bona hinek ziyaretan çû Mêrdînê û di zîyaretê de esnafên navçeya Artuqluya Mêrdînê zîyaret kir.

Yapicioglu di zîyaretê de pirsgrêkên esnafan guhdar kir, pirsgrêkan ji hevalên xwe re da nivisandin.

Di dema ziyaretê de esnaf  derheqê fatoreyên ceyranê, pirsgirêka rê, bêkarî û bahabûna jîyanê de derd û kûlên xwe ji Yapicioglu re gotin û ji ber van meseleyan dilên xwe bi xwe şewitînandin û her wisa dikandaran ji  Yapicioglu  re gotin  rayedar serê xwe bi çareserîyê pirsgêrêkan naêşînin.

Yapicioglu piştî zîyareta esnafan bû mêvanê medyayekî mehelî û beşdarê bernameyê wan ê zindî bû. Di bernameyê de pirsên derheqê rojeva welat û Mêrdînê de bersivand.

Yapicioglu li Mêrdînê pirsgirêkên xelkê ji wan guhdar kir, piştî zîyaretên esnafan, çû ziyareta li Serokê Komela Muxtarên Mêrdînê Îsa Dal  û bi muxtarên taxê re jî hevdîtin kir.

Muxtarên taxê, ji Yapicioglu re derheqê pirsgirêkên xelqê de xemserîbûna rayedarên mehelî û amirên mûlkî ragihandin.

Muxtaran ji Yapicioglu re, qala pirsgrêkên mîna rê, ceyran, zêdebûna fatorê ceyranê, bêkarî û zehmetîyên cotkaran  kirin.

Muxtaran her wisa gotin, mirovan li herêmê ji 2 heb partîyan re mecbur dihêlin, lazim e ku partîyên dinê jî bibin xwedîyê gotinan.

Hat hînbûn ku Yapicioglu dê zîyaretên xwe yên li Mêrdînê îro jî bidomîne. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir