• DOLAR 32.642
  • EURO 35.166
  • ALTIN 2502.554
  • ...
Xalid Meşal: Divê em bi exlaqê Pêxemberê xwe ji mirovahiyê re bibin pêşeng
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

'Em çawa nikarin arîkariya pêxemberê xwe yê ku em xwe dispêrinê bikin'

 Meşal di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji ber ku ew beşdarî bernamê bûye gelek zêde kêfxweş e û wiha got: "Çi şerefeke mezin e ku em li vê derê beşdarî vê bernameyê dibin.Em çawa li Pêxemberê xwe yê ku Xwedê bi me daye nasîn û daye hezkirin, nakin. Ji xeynî tişta ku di fitrata me nîşanî me daye em nikaribûn bi her awayî Xwedê nas bikin. Diyariya herî mezin Qur'an e, dema ku Quran daye destê me, em ê çawa lê xwedî dernekevin. Em çawa nikarin arîkariya pêxemberê yê ku em xwe dispêrinê bikin. Em ummeta Muhammed in. Ummeteke ku bi wî serbilind e çawa nikare alîkariya pêxemberê xwe bike?Pêxemberê me di nav însanan de kesê herî bi qîmet û herî mezin e, çawa em guh nadin pêxemberê xwe? Însan li pey însanên ku li gorî wan bi qedr û qiymet in radiwestin û destekê didin wan; em çawa dikarin piştgiriya Pêxemberê xwe nekin, yê ku ew ji hemû însanan bilindtir û herî baştir e.”

“Ger em li hember kafiran dijwar û di nav xwe de jî bi dilovanî tev bigerin em ê hingî piştgirîya Pêxember bikin"

Meşal bal kişand ku yek ji pirsên herî girîng jî ew e ku meriv çawa dikare alîkariya pêxemberê xwe bike û wiha got: "Em dikarin bi sunnet û rêya wî piştgiriyê bidin wî. Di ayetê da wiha tê gotin: ‘Eger hûn ji Xwedê hez dikin, li pey şopa min de werin da ku Xweda jî ji we hez bike'. Bi terk nekirina Qur'anê em ê piştgiriyê bidin wî. Bi vî awayî em ê di roja qiyametê de bibin  wesîle ku Pêxemberê me nebêje: ‘Rebbê min. Gelê min Qur'an terikandiye.’ Ger em li hember kafiran dijwar û di nav xwe de jî bi dilovanî tev bigerin em ê hingî piştgirîya Pêxember bikin.”

"Divê em sunneta şêwirmendiyê ya ku pêxemberê me qîmetê didayê, di hemû warên jiyana xwe de bi cih bînin"

Meşal bi bîr xist ku divê bawermend li hemberî hev helîm û selîm bin û wiha got: "Heta ku mezinên me ji birayê xwe re tişta ku ji xwe re dixwaze nexwaze, em ji wan kesên ku bawerî anîye nayê hesibandin. Divê em di nav xwe de ne hişk û bê tawîz bin, li hember kesên din qels bin. Weke ku Pêxemberê me gotiye: "Yê ku silavê dide destpêkirin di nav wan de kesê çêtirîn e". Divê em hilm, dilovanî û nezaketa Pêxemberê xwe ji xwe re nimûne bistînin. Di ayetê de wiha tê gotin: ‘Pêxemberek ji nav we ji we re hatiye ku ger hûn bikevin tengahiyê ev yek jê re zehmet e û pê diêşe. Ew ji we pir hez dike. Ew li hember bawermendan bi şefqet û bi merhemet e. Divê em xwedîyê van taybetîyên Pêxemberê xwe bûn. Divê em sunneta Pêxemberê xwe di  jiyana xwe de tetbîq bikin û  piştgirî bidin pêxemberê xwe.Di jiyana me ya rojane de, li welatên xwe, di avahîyên xwe de û di tevgerên xwe yên Îslamî de, endamên me wek me nefikirin jî, divê em vê bikin.Di ayetê de wiha tê gotin: ‘Tu bi rehma Xwedê bi wan re bi şikleke mulayîm muamele kir. Heger tu dijwar û dilsax bûya, bêguman ewê ji derdora te belav bibûna. Li wan bibore, ji wan re efûyê bixwaze. Li ser karekî bi wan re bişêwire.' Resûlê Xwedê li her derê bi wan re dişêwirî. Werhasil, dema ku sehabeyên wî li Uhudê li dijî wî derketin, wî tevî her tiştî girîngî da şêwrê û tişta ku lazim bû bi cih anî. Her wiha divê em şêwrê di jiyana xwe de bixin pratîkê û ji bo ku di nava saziyên xwe de belav bibe her tiştî bikin.”

“Misilman dikarin bihêztir bibin û pîroziyên xwe biparêzin”

Meşal, anî ziman ku divê Misliman bi hêz bibin û piştgiriyê bidin Pêxemberê me û wiha dewam kir: “Werin em bibin bawermendên xurt û bi qewet. Pêxemberê me gotiye, 'Bawermendê xurt li cem Xwedê ji yê qelstir hezkirîtir e.' Heya ku em bi hêz bin, em ê bibin xwediyê desthilatdariyek diyar. 'Bi çi hêzê ji destê we tê li hemberî wan amadekariyan bikin.' Bi vî awayî em dijminên Xwedê bitirsînin da ku me qels nebînin û newêrin li dijî pîrozî û prensîbên me derkevin. Di rêya parastina Pêxemberê xwe de peywira me ya herî girîng ew e ku em bi hêz bin. Bi vî awayî em dikarin xaka xwe, welatê xwe û tiştên xwe yên pîroz azad bikin.Erka me ya herî girîng ya di rêya parastina Pêxemberê xwe de ew e ku em wan axên bi bereket ên ku Pêxemberê lê derketiye Mîracê û niha di bin îşxala sîyonîstan de  ye azad bikin. Gelo dema mizgefta me ya sêyemîn a herî girîng a di nav mizgeftên îslamî de ye dema ku  di bin dagirkeriyê de be em tahmekê ji jiyanê distînin.Bi piştgiriya ku em ê bidin Pêxemberê xwe, divê em ji bo azadkirina wî têbikoşin.Werhasilî kelam, xwişk û birayên we yên li ser axa Aqsayê, jin û mêr lê xwedî derdikevin û wê bi îzna Xwedê Aqsayê azad bikin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir