• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Barzanî: PKK bûye serêşiyeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê...Hatina artêşa Tirkiyê ji ber PKKê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 26ê Cotmeha 2021an li Hewlêr li Foruma MERI ya di bin navnîşana "Iraqeke Seqamgîr Ji bo Herêmeke Seqamgîr" de gotarek pêşkeş kir.

“PKK bûye serêşî û sedema sereke ya cîbicîknekirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê jî PKK ye”

Nêçîrvan Barzanî di wê panelê de li ser leşkerkêşiya Tirkiyê bo nav axa Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Divê em vê pirsê bikin ku çima Tirkiye vî karî dike? Kêşeya sereke ya vê leşkerkêşiyê, PKK ye û bûye serêşiyeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê. Tevî ku nikare li nav Tirkiyê ti çalakiyekê encam bide, alozî vediguhezîne nav axa Herêma Kurdistanê, ango sedema sereke ew e ku PKK van kêşeyan çêdike.Eger PKK van kêşeyan dirust neke, em gelek bi hêsanî û bi dengekî bilind dikarin ji Tirkiyê re bibêjin 'Mafê tune ye ku tu vî karî bikî'. PKK ne rêz li biryar û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigre, ne pabendî ti biryareke Parlamentoya Kurdistanê bibe, ku ji destpêkê ve gelek eşkere dijayetiya parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, divê em ji Tirkiyê li benda çi bin! Loma divê PKK siyaseta xwe ji ber çavan derbas bike û nabe Herêma Kurdistanê bibe jêdera êrîşê, ne ji bo Tirkiyê û ne jî ji bo Îranê.Ne tenê li sînor, li nav Iraqê jî PKK bûye serêşî û sedema sereke ya cîbicîknekirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê jî PKK ye.”

“Doza me ya Kerkûkê ne doza petrolê ye. Em naxwazin li Kerkûkê şerekî etnîkî çêbibe”

Nêçîrvan Barzanî ku li ser Kerkûkê jî axivî, gotinên xwe yên di bangeşeya hilbijartinê de careke din bi bîr xist û got, “Doza me ya Kerkûkê ne doza petrolê ye. Em naxwazin li Kerkûkê şerekî etnîkî çêbibe. Gotina me pir hêsan e; di destûrê de madeyek heye û ji bo çareseriya pirsgirêkan nexşerêyek hatiye diyarkirin. Eger em her tim derkevin û bibêjin Kerkûk bi Kurdistanê ve girêdayî ye û li vî bajarî mafê kesî nîne, ev yek şaş e. Weke ku tê gotin, gotina ku kurd an jî pêkhateyên din li Kerkûkê ne xwedî maf in, ti ferqê nake. Bi awayekî hêsan, eger îro yasayek derbarê dabeşkirina dahata petrolê li Iraqê hebûya, dê pirsgirêka Kerkûkê, petrolê û pirsgirêkên din bi awayekî otomatîk çareser bibûna. Eger em piştrast bûn ku para me ya li Herêma Kurdistanê gihîştiye me, pêwîstiya me bi tiştekî din nedikir. Lê îro tiştekî me yê wisa nîne. Mixabin pirsa bûdce û mûçeyê xelkê Kurdistanê berdewam wek karteke fişarê li li hemberî me tê bikaranîn. Eger em welatiyên Iraqê bin pêwîst e ev her du tişt ji hev bên cudakirin. Dibe ku em li ser pirsa bûdceyê li hev nekin, lê mûçeyê welatiyên Herêma Kurdistanê ji ber ku ew jî beşek ji Iraqê ne, maqûl nayê dîtin nîqaş li ser were kirin. Em çareseriya aştiyane ya Kerkûkê dixwazin. Peyama me peyama jiyana bi hev re ye, peyama Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyan peyama aştiyê ye. Em jî dibînin ku di vî warî de pêşketin çêbûne.Di hilbijartinên berê de partiyên siyasî yên Iraqê ji bo bidestxistina dengan êrişî Herêma Kurdistanê dikirin. Lê gelê Iraqê ev yek fêm kir û bersiva pêwîst da. Hertim digotin em nikarin li Iraqê xizmetê bikin, sedema vê jî Herêma Kurdistanê ye, lê di vê hilbijartinê de gelê Iraqê bersiva pêwîst da wan hemûyan. Bi rastî em spasiya hemû gelê Iraqê dikin ku li ser vê mijarê têgihiştin. Herêma Kurdistanê çawa dixwaze Hewlêr, Silêmanî û Duhok û Zaho pêş bikeve û di heman demê de dixwaze Bexda, Necef, Kerbela, Enbar û Mûsil jî pêş bikeve. Em vê yekê ji bo hemû gelên Iraqê dixwazin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir