• DOLAR 32.382
  • EURO 34.996
  • ALTIN 2325.62
  • ...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ewê ji bo me girînge, bi cîhkirina destûrê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî beşdarîkirina li panêleke Enstîtuya Rojhilata Navîn ya lêkolînê – Dîdara Meri – da, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li daxuyaniyeke rojnamevaniyê da di derbarê bi hengavên ji bo dirustkirina yekrêziya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê li Bexda got: “Li Serokayetiya Herêma Kurdistanê mijûlî eweyîn ku aliyên siyasî vebixwînîn ji bo Serokayetiya Herêmê û li gel wan biaxivîn. Ewê ji bo me girînge em dixwazîn Kurd li Bexda bi yek deng beşdar bê.”

Di derbarê posta Serok Komarê Iraqê û Parêzgerê Kerkûkê û çareserkirina aloziyên li ser van postan ji aliyê aliyên siyasiyên Kurdistanê ve, Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Ez bawerim sosyal medya zêdetir wê aloziyên dirust kiriye û ewê rastî bê heta niha em nehatîne rûnîn li ser wê yekê ku çi postek ji bo kî bê û bi çi awayekê bê, ewê ku girînge li her proseyek da bikîn em dixwazîn Kurd serkeftî bê û mesele post nîne, girîng eweye bi pêkve biçîn Bexdayê û bi pêkve bîn û post bi pileya duyem dibe neku pileya yekem. Heta niha axaftin li ser posta Parêzgerê Kerkûkê nehatiye kirin û em neçûne wê qonaxê axaftinê li ser wê babetê bikîn.”

Di derbarê bi zêdekirina rêjeya kursiyên Sunne li Iraqê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Awayê hilbijartinê bi cûreyek bû zêdetir ew partiyên ku rêxistina wan hebû bi rêkupêkî xelkê xwe birine ser sindoqên dengdanê, ew birawe û serkeftî bûn. Xweşhalîn bi wê yekê ku hêzên din bi awayeke giştî û Sunne jî kursiyên xwe bi awayekê ku dikarin bi awayeke baş beşdarî li proseya siyasiya Iraqê da bikin.”

Di derbarê karê pêşîneyên paşerojê ya Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Bexdayê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Ewlewiyeta me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistan eweye ku li gel Bexda rûnîn û ewê ji bo me girînge bi cîhkirina destûra Iraqe, wekî Herêma Kurdistanê hem erkê me heye û hem jî mafê me heye û li wê yekê têdigihîn û em dixwazîn van kêşeyan li van çar salê da li gel Bexda çareser bikîn.”

Di derbarê metirsiyên wê yekê careke din Iraq bi çekên giran ve êrîş bike ser Herêma Kurdistanê dema bihêz bê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê û got: “Hêvîdarim tiştê wiha dûbare nebê.”

Di derbarê kursiyên Kristiyanên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, rêzdar ragihand: “Em bawerin ew aliyên zanîn teknîka hilbijartinê bikarbînin, zêdetir ewan karîn serkeftî bin”.

Di derbarê nirxandinên li ser hilbijartinan, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Berawird bi hilbijartinên dinê Iraqê, ez bawerim hilbijartineke serkeftî bû.”

Li bersîva pirsiyara dawî ku di derbarê rewşa niha ya Iraqê û retkirina encamên hilbijartinê ji aliyê hinek aliyane ve, birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Xala yekem ewe dibê Komîsyona Bilinda Hilbijartinê bi ciddî kar li ser ewe bike ku dilgiraniyên wan aliyan nehêle û eve raya meye, lê belê li encamê da ez bawerim ew li nav xwe de digihin rêkeftinê, lê belê mafê wan bi xwe heye ku ewan hinek axaftin heye û lêpirsînên wan heye û Komîsyon heye, ez bawerim li rêya yasayî ve dikarin daxwaza mafên xwe bikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir