Li Sudanê teşebusa derbe
Hat ragihandin ku grubekî leşker li derdorê mala Serokê Sudanê Abdullah Hamdukê kom bûne û Serokê Dewletê bi zorê di mala wî de digirin.
Ji teref Wezareta Înformasyona Sudanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya Wezareta Înformasyonê yê Sudanê de wisa hat gotin: “ Hinek endamên Encûmena Desthilatdarîyê û hinek wezîrên hikûmeta demkî ji teref artêşê ve hatin binçavkirin.”
Serokên partîyê qoalîsyonê jî hatin tewqîfkirin û li welat qûtbûnên înternet û telefonê jî heye. (ÎLKHA)