• DOLAR 32.524
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2424.17
  • ...
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam: Em di nav qeyraneke mezin da ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saglam di beşdarbûna proxramên bajaran de aliman, niviskar, teşkîlatên navçe û bajar, mensûbên eşîretan, mirovên karker, şaxên ciwanan,  şaxên pîrekan û STKyan re jî zîyaret dike.

Saglam di civîna ku bi teşkîlata partîya xwe ya Xatayê kir de, pirsên endamên partîya xwe re bersivand.

Saglam di proxramên ku beşdarî bû de peyamên muhîm da û derheqê rojeva welat û cîhanê de jî nirxandinan kir.

Saglam di nirxandina xwe da li ser meseleyên civakî, îqtîsadî û manewîyatê sekinî û  wisa got, “ Sazîya sîyasetê ji bona cîhê çareserîyê ye, îro bûye cîhê hilberîna pirsgirêkê. Faîz îqtîsada welat tarumar kir. Xeyn ji vanan mirovên welatê me, ji qîmetên civakîyê dûr dikevin û ber bi civakeke ferdperestî ve diçin, meseleyên sîyasetê û medyayê ên çêkirî û meseleyên talî, ji bona sîyaset û medyaya ku dûrîtîya li ser xelqê bi îbret e. Sîyaset û medya lazim e ku bi demildest ji vê rewşa hanê xelas bibin û bi pirsgêrêkan berê xwe bidin meseleyên di rojevê de û ji bo çareserîya wan bixebitin. Ji bona avakirina pêşerojên bi ewlehî divê şîara hemû kesî ‘ Pêşî Însan, Pêşenî Edalet’ be.”

“Em di nav qrîzeke mezin da ne”

Saglam di berdewama axavtina xwe da weha got, “ Di qrîza îqtîsadî de para îstismarê, bêrêtîyê û bêmetodîyê jî divê neyê jibîrkirin.”  Û dû re weha li axavtina xwe zêde kir, “ Em di nav qrizeke mezin da ne. Bi vê sebebê lazim e ku temsîlkarên civakê, mesul in ku rexneyên ku ji teref civakê ve tên kirin guhdarî bikin. Di roja me ya îro ya ku ê de enflasyona pişta xelqê şikandiye de, lazim e ku dewlet bi xetayên xwe qebûl bike mesûlîyetên xwe bi cîh bîne. Ev musîbeta ku li ser xelqê ye lazim e ku dewlet bi şeffafî peşîya îsrafê bigire, qet ji kesekî re tolerans nîşan nede û bi vî şiklî bi bêrêtîyê re micadele bike. “ (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir