• DOLAR 32.472
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2436.156
  • ...
"Şehîdên Kanîreşê" yên ku ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakî, ku ji aliyê endamên PKK/HDPê ve li navçeya Kanîreşê, hatin qetilkirin, bi rehmet û minetdarî hatin bîranîn.

Ji bo şehîd Fethî û Cengîz di salvegera şehadeta wan de bernameya bîranînê hat lidarxistin. Piştî ziyareta gorên şehîdan, Yunus Emîroğluyê Endamê Lijneya Îdareya Giştî ya HUDA PARê li salona konferansê ya Mizgefta Mezin a Kanîreşê derbarê şehîdan de axavtinek kir. Piştî axaftinê bername bi dûayê bi dawî bû.

Emîroğlu di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya şehadetê û diyar kir ku ew ji  şehadetê  re ne xerîb in.

"Madem ku em ê vê dinyayê biterikînin, wê gavê em bi riya çêtirîn biçin"

Yunus Emîroğluyê endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir “Madem em ê vê dinyayê terk bikin, wê demê em di rêya herî baş de bimeşin. Xweda em ji bo armancekê şandine vê dinyayê, hatina me ne bê armanc e. Rebbê me di ayeta duyemîn a Sûreya Mulkê de wiha dibêje: ‘Ew,  mirin û jiyanê afirandiye, da ku biceribîne ka kîjan ji we dê karên çêtir bike.’ Ev ayet û  yên din armanaca me ya hatina li dinyayê bi me didin îzahkirin. Hatina li dinyayê û jê çûyîn ne di destê me de ye; lê hilbijartina rêya çûyînê di destê me de ye. Ji ber ku em ê ji vê dinyayê derkevin, em ê canê xwe bidin, wê demê em bi rêya herî baş biçin. Xwedê me ji rêya rast veneqetîne."

"Ev têkoşîn têkoşîna yên ku xwe feda dikin û yên ku dixapin e"

Ev têkoşîn tekoşîna fedakaran û yên ku tên xapandin e. Fedakar ew in ku hemû derfetên xwe û hemû şiyanên xwe di rêya Xweda de xerc dikin. Şehîd û şahid têgehên nêzî hev in û her yek ji me şahid e, em ê bibin şahidê rastiyê yan jî  bibin şahidê ji derewê re. Ev mirovên mêrxas jî bûn şahid û şehîdên vê sedsalê. Ji ber vê yekê xemgîn nebin, erê derdê me mezin e, lê Xwedayê me yê ku ji êşan mezintir e heye. Ewê xelateke wisa bide ku ne sînor û ne jî hesabê wî heye. Ji ber vê em ji bo şehîdan nabêjin me winda kir, em dibêjin me şehîd bi dest xist. Me şahid şandin li pêşiya xwe, mîna Şehîd Fethî  û Şehîd Cengîz û ezîzên din.

"Yek ji mezintirîn nîmetên ku Xwedê daye me şehadet e"

Emîroğlu wiha got: "Yek ji nîmetên herî mezin ku Xwedê daye me şehadet e. Ji fedakirina can û xwîna xwe bi qîmettir tiştekî  din di rêya Xwedê da tune ye. Divê însan çi hebe di rêya Xwedê da feda bike. Em ne xerîbê şehadetê ne, em şehadetê ji Hz Huseyin dizanin, em şehadetê ji Şêx Seîdê ku bê tirs heta darvekirinê meşiyaye dizanin, em şehadetê ji Sûsayê dizanin, em şehadetê ji Mela Elî dizanin, em zarokên nifşekî wiha ne. Serê me nehat tewandin, tiliyên me yên şehadetê nehatin xwarê. Ji ber ku ev birayên me di vê bawerîyê de bûn vê bedelê dan li ber çavên xwe ku dijminên Xwedê ew şehîd kirin. Xweda ji nav me gelek şehîdên din jî derîne.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir