Zaroka 5 salî ya ku wesayîta bi zirx lê da giran birîndar bû
Li navçeya Wêranşara Rihayê wesayîta bi zirx li zaroka 5 salî ya ku hewl dida derbasî wî alîyê bû da.
Bûyer li Taxa Kişlayê li ser Kolana PTTê pêk hatç
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Wêranşarê Nure Dîkçeya 5 salî dema ku hewl dida derbasî wî alîyê rê bibe di bin wesayîta bi zirx de ma.
Nureya ku wesayîta bi zirx lê da giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê.
Kêlîya bûyerê ji teref kamerayên ewlehîyê ve hatin qeydkirin.Di qeydan tê dîtin ku piştî ku wesayîtê li zaroka 5 salî da re kesên derdorê diçin bi alîkarîya wê.
Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, ew ê bibin şopînerê bûyerê.(ÎLKHA)