• DOLAR 32.518
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2424.55
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Êlihê dê ji bo kesên êtîm û muxtac kermesê tertîp dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê kermes di navbera dîrokên 22-26ê Cotmehê de vekirî ve û ew ê li kêleka Parka Ataturkê bê danîn. Ew ê di kermesê de xwarin, xelat, cil û berg û amûrên din bên firotin.

“Kermes her sal tê lidarxistin”

Salih Guzelê Serokê Karwana Hêvîyê derbarê kermesa ku tê tertîpkirin de daxuyanîyek da. Salih Guzel di daxuyanîya ku belav kir  de destnîşan kir, kermes ji bo êtîm û kesên feqîr tê tertîpkirin û dû re wiha got: “Em wek Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji sala 2005an vir ve  ji bo kesên feqîr û jar û êtîm kermesê tertîp dikin. Xweda nesîb bike em ê îsal jî di navbera dîrokên 22-26ê Cotmehê de kermesa xwe tertîp bikin.Ew ê kermesa me li kêleka Parka Ataturkê be.”

“Kesên xêrxwaz dikarin werin kermesê ji wan kesên feqîr re bibin alîkar”

Guzel di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ji bo kesên êtîm û muxtac kermeseke bi navê “Ji Êtîm û Muxtacan re Bibin Alîkar” bê tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê bi vê kermesê ji wan kesên êtîm û feqîr ên ku berî niha hatine tertîpkirin re alîkarî bê kirin. Xêrxwazên me dikarin werin kermesê ji wan kesên feqîr re bibin alîkar.Xêrxwaz dikarin ji kermesê xwarin, cil û bergan û tiştan dikarin bistînin û ew jî dikarin bibin alîkar.

“Herkes dikare were kermesê”

Guzel di dawîya axavtina xwe de bang li kesên xêrxwaz kir û wiha got: “Ew ê kermesa me di navbera seatên 10.00-20.00an de vekirî bimîne. Berî niha xêrxwazên Êlihî di vî warî de tiştên ku ji destên wan hatibû kiribûn û me tenê nehiştin. Em bawer dikin ew ê vê carê jî me tenê nehêlin.”(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir