• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
HUDA PAR: Di van çend mehên dawî de li Tirkîyê 9 Filistînî hatin revandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê Filistînîyên ku li Tirkîyeyê tên revandin û êrîşên ku li Hindistanê li Mislimanan tên kirin de  nirxandinên balkêş hatin kirin.

“Li gorî daneyan di meheke dawî de li Tirkîyê 7 Filistînî hatin revandin û piştî van 7 kesan berî vê 4 rojan jî dîsa 2 Filistînî hatin revandin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku hatin revandin derket 9 kesan”

Di destpêka daxuyanîyê de hat destnîşankirin di van rojên dawî de li welêt bênavber xeberên revandina Filistînîyên reben û mezlûm tên û dû re wiha hat gotin: “Li gorî daneyan di meheke dawî de li Tirkîyê 7 Filistînî hatin revandin û piştî van 7 kesan berî vê 4 rojan jî dîsa 2 Filistînî hatin revandin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku hatin revandin derket 9 kesan. Sefîrê Filistînê destnîşan kir, Muhammed Salhab li Zanîngeha Konyayê  dixwand û kesên bi navê bdurrahman Ebu Nawah, Nahed Saber El-Kafarna, Ahmed El-Qishawi û Fatıma Getawi jî li Stenbolê dijîyan û niha malbatên wan nikarin xeber ji wan bistînin.

Tê diyarkirin Muhammet Salhabê li Konyayê dixwand dema ku diçû nimêja înê ji teref çend kesan ve bi wesayîtekê hatiye revandin ku ev yek ji teref kesên li derdorê ve jî hatiye dîtin û ji teref kamerayan ve jî dema revandinê hatiye qeydkirin ku digel vê yekê heta niha ew kesên ku Muhammet Salhab revandine nehatin girtin ku ev yek jî tiştekî ecêb e û meriv dike nava mitalayan.Ew muhacirên ku li welatê me mêvanên me ne. Parastina can û malên wan wezîfeya dewletê ye. Li welêt di nava rojê de revandina însanan zaafîyet û kêmasîya ewlehîyê ye.Divê Tirkîye nebe welatê ku lê şebekeyên qirêj ên mîna MOSSAD û CIA li gorî dilê xwe dixebitin. Yekîneyên ewlehî û îstîxbaratê divê demildest li ser vê meseleyê birawestin û wan însanên ku hawara ji me re anîne xelas bikin û bertekên pêwîst ji şebekeya terorê ya siyonîstan re bê nîşandan.”

“Li Hindistanê Partîya Bharatiya Janataya faşîst a ku îqtîdar e li hember Mislimanan êrîş da destpêkirin û heta niha 1300 malbatên Misliman ji malên xwe hatin derxistin”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin li ser êrîşên ku li Hindistanê li Mislimanan tên kirin û dû re wiha hat gotin: “Li Hindistanê Partîya Bharatiya Janataya faşîst a ku îqtîdar e li hember Mislimanan êrîş da destpêkirin û heta niha 1300 malbatên Misliman ji malên xwe hatin derxistin. Di êrîşên ku di bin navê “Kampanyaya Tahlîyeyê” de tên kirin de Misliman li ber xwe didin da ku ji malên xwe derneyên, lê belê çeteyên nîjadperest ên mîna RSS Hindutwa û hêzên ewlehîyê êrîşî Mislimanan dikin û wanan qetil dikin. Tu ferqa wan operasyonên tundî û qirkirinê yên ku li Hindistanê li hember Mislimanan tên kirin ji yên li Myanmarê tune ye. Divê alema Îslamê li dijî van êrîşên ku li Mislimanan tên kirin gavina bavêjin û pêşîya vê tundî û faşîstîyê bigirin.  Divê li dijî malên Hindistanê boykoteke navneteweyî bê destpêkirin û pêwîst e îdarevanên welatên Îslamê him Hindistanê şermezar bikin û him jî ambargoya di warê îqtîdas û dîplomasîyê de bidin destpêkirin. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê divê êdî ji bo Mislimanên li çar alîyê cîhanê zilm li wan tê kirin dest bi hereketê bike.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir