Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 890 kes ji ber coronavîrusê mirin
Di 24 dawî de li Rûsyayê bi 25 hezar û 769 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin û 890 kes jî ji ber coronavîrusê mirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 25 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket zêdetirî 7 milyon û 586 hezar kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 890 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 209 hezar û 918 kesan.(ÎLKHA)