• DOLAR 32.556
  • EURO 34.948
  • ALTIN 2440.38
  • ...
Yapicioglu:”Divê em jî mîna Selahaddînê Eyyûbî di nav ummetê de yekîtîyê saz bikin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Enstîtuya Selahaddîn-î Eyyûbî 3yemîn Sempozyuma Navneteweyî ya Selaheddîn-î Eyyubî li dar xist.

 Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê yê berê Xalid Meşal, ku hîn berpirsiyariya derve ya HAMASê dike, Alî Muhyiddin al-Qaradagîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman, û zanyar û alimên ji erdnîgariyên cihê yên ummetê beşdarî sempozyumê bûn.

Di sempozyûma ku li ser Zoom hat organîzekirin de, ji bo Qudsa ku di bin îşxala siyonistan de ye bê azadkirin derheqê Selahaddînê Eyyûbîyê ku Qudsê azad kiribû de pêşkêşî hatin kirin.

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser parçebûna ummeta Îslamê û rêya rizgarkirina Qudsa ku di bin îşxala siyonistên dagirker de ye.

“Çi dema ku ummeta Îslamê bûbe yek û wek laşekê hereket kiribe wê demê feth bûne nesîbê wî”

Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de balan kişand li ser şêweza micadeleya ku di wextê wê de Selahaddînê Eyyûbî daye û wiha got: “Derbas û ibreta ku dê ji vê şêwaza micadeleyê bê girtin di wê amadehîya ku berîya fethan hatine kirin de veşartî ye. Çi dema ku ummeta Îslamê bûbe yek û wek laşekê hereket kiribe, lihev kiribe û pêkve hereket kiribe  wê demê feth bûne nesîbê wî.”

“Ji ber ku em belawela bûn û di nav me de yekîtî tune bû Xaçperest bi ser ketin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe destnîşan kir, şert û mercên îro û yên berî vê hezar salî wek hev in û dû re wiha got: “Lê belê tiştê ku hatiye guhartin bes wext û însan in. Wan rojan ji ber ku em belawela bûn û di nav me de yekîtî tune bû Xaçperest bi ser ketin. Lê Mislimanên ku di bin fermandarîya Selahaddînê Eyyûbî de hatin ba hev û dev ji îxtîlafan berdan, îman bi Xwedê anîn û artêşên Xaçperestan têk birin.Biya tiştê ku divê em herî zêde li ser bifikirin ev e.”

“Selahaddînê Eyyûbî çawa ummetê anîbe ba hev û di nav wan de yekîtî saz kiribe pêwîst e ku em jî wek wî tevbigerin û ummetê cardin rakin li ser pîyan”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta wehdetê û dû re wiha destnîşan kir: “Li ber me du rê hene: an em ê ji îşxal û qetlîamên ku bi sedsalan tên kirin re dîsa bêdeng bimînin, menfeat û mesleheta xwe bidin pêşîya ya Îslamê û bihevketina xwe bidomînin- ku kesê ku ehlê îmanê be bê yekê qebûl nake- yan jî em ê mîna Selahaddînê Eyyûbî tevbigerin, yekîtîyê di nav ummetê de saz bikin û ummetê cardin rakin li ser pîyan.Ji vê yekê pêve tu rêyeke din li ser me tune ye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir