• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Siyonistên îşxalker Filistînîyekî din jî şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst êrîş birin li ser Filistîyên li rojhilata kampa penaberan a Bureycê. Di encama êrîşa ku hat kirin de Muhammed Abdulkerîm Ammarê 41 salî şehîd bû.

Vê şeveqê çi bûbû?

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst ên ku cil û bergên ereban li xwe kiribûn vê şeveqê  li herêma Cenînê di ser mala Mahmud Ez-Zerê ku endamên HAMASê bû de girtin. Di serdegirtina ku hat kirin de siyonistan xwestin ku endamên malbatê êsîr bistînin, lê malbat li ber xwe da.

Siyonistên terorîst bi çekan êrîş birin li ser malbata ku li ber xwe da kirin û xortê bi navê Ala Nasır Zeyyud şehîd kirin.

Tê diyarkirin li nêzî Derîyê Sîlsîleya Mescîda Eqsayê jî siyonistan êrîş birin li ser pîreka bi navê Îsra Huzeyme û ew şehîd kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir