• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Tîllo demsala çêkirina xelîl û bastîqê dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî derxistina ava tireh gundî li gorî şert û mercên çêkirin û amadekirinê xelîl û bastîqan çêdikin. Gundîyên ku heta sala çûyî bi lingên xwe tireh dieciqandin îsal tirehên xwe bi mekîneyên ku ji teref zireatê ve ji wan re hatine dayîn ava tireh derdixin.

Gundîyê ku mekîne ji wan re hatiye dayîn destnîşan dikin, karê wan bi van mekîneyan hêsantir bûye.

Gundîyê bi navê Hîkmet Toprak derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “Berî niha dema eciqandina tireh dihat me tireh bi lingan dieciqand ku ev yek pir zehmet û bi meşeqet bû. Lê belê niha ji zireatê ji me re mekîneyên eciqandinê ya tireh anî ku bi vê yekê karê me pir hêsan bû. Em  karê rojekê di seatekê de dikin. Ji ber vê yekê karê min pir sivik bû. Xweda xêra wan kesên ku ji vê projeyê re bûne wesîle razî be. Îro me xelîl çêkir. Ji ber ku niha demsala çêkirina xelîlê bû ji zireatê mekîne anîn da ku em zêdetir xelîlî amade bikin.Li Tîllo û derdora wê bi xelîla xwe navdar e û gelê van deran debara xwe bi vê yekê dikin. Bi van mekîneyan karê me sivik bû û em zêdetir xelîlî dihilberînin.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir