• DOLAR 32.227
  • EURO 35.07
  • ALTIN 2528.001
  • ...
Berdevkê HUDA PAR: Meseleya ceyranê problemeke sereke ya welêt e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîr di nirxandina ku kir de destnîşan kir, ev problema sereke ya ku her ku diçe mezintir dibe, dibe sedema gelek mexdûrîyetan ku divê rayedar çareyekê ji vê meseleyê re bibînin.

Demîr di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, li herêmê rojane 4-5 seat ceyran tên qutkirin û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “

Demîr di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, li herêmê rojane 4-5 seat ceyran tên qutkirin û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Faturayên ceyranê gelek zêde tên ku divê dewlet li ser vê meseleyê bisekine. Li welatekî lê ceyran tê hilberandin fatura pir zêde tên ku ev yek biya me nakokîyek e. Faturayên ceyranê yên ku zêde tên temamê civakê bi şikleke menfî tesîrdar dike û ev yek piştî demekê dibe sedema neheqî û zilmê. Ew zextên ku ji ser şîrketên ceyranê tên kirin xelqê aciz dikin.Biya me divê li ser meseleyê bê rawestîn.”

“Tu kes nikare ji şîrketên belavkirina ceyranê hisab bipirse”

Demîr di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir welatî li hember neheqîya ku tê kirin nikarin heqê xwe bigerin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Meseleya ceyranê problemeke sereke ya welêt e . Li herêmê rojane 4-5 seat ceyran tên qutkirin. Berî vê çendakî ceyrana bîrên avê yên 40 gundan hat qutkirin û gundî bêav hatin hiştin.Welatî li hember neheqîya ku tê kirin nikarin heqê xwe bigerin.Nikarin sedema van tiştên ku li ser wan tên ferzkirin hîn bibin. Tu kes nikare ji şîrketên belavkirina ceyranê hisab bipirse.Ew sepanên ku ji teref şîrketên ceyranê ve tên kirin keyfî ne.Pêwîst e hikûmet dest bavêje vê meseleyê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir