Macron dê ji bo hinek serdanên fermî biçe Herêma Kurdistanê
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di dawîya vê heftîyê de dê ji bo hinek serdanên fermî biçe Herêma Kurdistanê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Macron dê vê yekşemê li Bexdayê beşdarî civînekê bibe û dû re ji bo hinek serdanên fermî derbasî Hewlêrê bibe û dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan bike.
Macron dê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji teref Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve bê pêşîwazîkirin.(ÎLKHA)