• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Wezareta Pêşmergeyan: PKKê bi mayînan êrîşî Pêşmergeyan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, li navçeya Amêdîya Dihokê di dema derbasbûna wesayîta hêzên Pêmergeyan de  mayîna ku berî niha ji teref PKKê ve hatibû bicîkirin teqîya ku di encama teqînê de Pêşmergeyek birîndar bû.

Lezgîn di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji ber teqînê mirin çênebûne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ez dixwazin gel û raya giştî ya Kurdistanê di vî warî de hişyar bikim: PKK gelek caran di vî warî de êrîş dibe Pêşmergeyan û çalakîyên ku pê nîzam tê xwestin bê xerakirin ji teref wan ve tên kirin. “

Di meha hezîrana borî de di encama êrîşa ku PKKê li Pêşmergeyan kiribû de 5 Pêşmerge canê xwe ji dest dabûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir