• DOLAR 32.589
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2503.287
  • ...
Ji Cemaata Hîzbullah derheqê Efxanistanê de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di peyama ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, micadele û mudafaya birayên me yên Efxan ên ku ev bû 40 sal zêdetir berdewam dike bi alîkarîya Xwedê gihaşt xaleke xweş û baş.

 “Em zafer û fetha birayên xwe yên Efxanistan pîroz dikin”

Di peyama ku hat dayîn de ji ber zafera ku hat bidestxistin Talîban hat pîrozkirin û dû re wiha hat gotin: “Micadele û mudafaya birayên me yên Efxan ên ku ev bû 40 sal zêdetir berdewam dike bi alîkarîya Xwedê gihaşt xaleke xweş û baş. Piranîya leşkerên Amerîka ji Efxanistan vekişîyan, Talîban bêşer û pevçûn bû hakimê Kabîlê û îdareyê bi dest xist û dû re li pey hev hinek peyam dan ku ev tişt tev temamê Mislimanên ku ji dil û can ji bo hakimbûna qanûnên Xwedê dixebitin kêfxweş dike. Lewra ev yek ji bo Mislimanan zafereke xweş û mezin e.Em jî fetha wan birayên xwe yên Efxan ên ku ji Efxanistanê bera Amerîka dan û ew ji wê derê derxistin û ala tewhîdê bi şikleke mutewazî mîna “Fetha Mekkeyê” danîn cihê ala berê pîroz û mibarek dikin. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku ev yek  ji bo Îslam û ummetê bibe wesîleya vejîneke mezin a Îslamî.”

“Divê Talîban di serî de bi wan cemaat û rêxistinên Îslamî yên li Efxanistanê re û dû re bi îdarevanên wan welatên Misliman re gotûbêjê bide destpêkirin û ji tecrubeyên wan îstîfade bike. Ev yek bê kirin ew ê Milsiman kêfxweş û dilrihet bibin”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin li ser yekîtî û digelhevîya ku divê di nav Mislimanan de hebe û dû re wiha hat gotin: “Talîban ji gelek merhaleyên zor û zehmet re derbas bû û hat vê xalê ku ji vê pêve îmtîhaneke mezin li ber wî ye. Ew ê wê hebûna xwe ya ku heta îro wek cemaat, rêxistin û hwd. didomand ji îro pê ve wek dewletekê bidomîne. Ji ber vê yekê divê di vê demajoya hessas de xebateke pir bi dîqqet bidin destpêkirin.Divê Talîban di serî de bi wan cemaat û rêxistinên Îslamî yên li Efxanistanê re û dû re bi îdarevanên wan welatên Misliman re gotûbêjê bide destpêkirin û ji tecrubeyên wan îstîfade bike. Ev yek bê kirin ew ê Milsiman kêfxweş û dilrihet bibin.”

“Em hêvî dikin ku Talîban di îtîqad û amelê de haya xwe ji îfrat û tefrîtê bike”

Di berdewama peyama ku hat belavkirin de di warê îfrat û tefrîtê de ji Talîban re tewsîye hat kirin û dû re wiha hat gotin: “Em hêvî dikin ku Talîban di îtîqad û amelê de haya xwe ji îfrat û tefrîtê bike, mutedîl be, hewadîsan baştir û berfirehtir binirxîne û ya herî muhîm jî em hêvî dikin van tiştan tevan li gorî xeta Quran û Sunnetê bike.Di warê îdarevantîyê de hêvîya me ji Talîban ev e.Em bi vê daxwaz û hêvîya baş dibêjin ku ji bo vê armancê ew bibin xwedî îrade û hêz em dia dikin.Divê hedef û armanca ewil a  wan birayên me tesîskirina edaletê be ku pêdivîya temamê însanîyetê pê heye.Divê ew dewleta ku xwedîyê al û nasnameya Îslamî ye û li gorî Quran û Sunnetê hatiye damezrandin di warê edaletê de ew qas pêve biçe da ku bi wesfê xwe yê adil li derdorê jê bê qalkirin. Ev yekê emela temamê ummetê ye. Her wisa di bergeha weset û adilbûnê de divê li hember temamê millet û mezheban î  bi şikleke xweşbînî bê hereketkirin.Lewra li cihekî mîna Efxanistanê gelek mezheb û millet hene ku ji ber vê yekê divê ev esas bibe polîtîkaya dewletê.”

“Ew ê ehlê kufrê û terefdarên wî yên ku dê nikaribin dewleteke Îslamî bipejirînin, ji bo Efxanistan bibe piçk û parî û ji hev bê parçekirin dê her tiştî bikin”

Di berdewama peyama ku tê de bal hatin kişandin lîstikên kufrê de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “Ew birayên me yê Efxan ên ku di rabirdûyê de di xêz, mezheb û fikrîyatên cuda cuda de cîh girtine divê tev xwe bi navekî tenê bidin teswîrkirin.Ev nas jî divê nebe ev an jî ew nav; divê ev nav şexs bi navê Misliman û civakê jî bi navê ummetê teswîr bike. Di vir de senifandina îdarevan û xîtaba wî hêmana esas e. Nexasim piştî vê gavê  ew ê ehlê kufrê û terefdarên wî yên ku dê nikaribin dewleteke Îslamî bipejirînin, ji bo Efxanistan bibe piçk û parî û ji hev bê parçekirin dê her tiştî bikin. Di bergeha vê yekê de lîstikên li ser mezheb û hessasîyetên qewmî tê ku ev yek ni teref hemû kesan ve baş tê zanîn. Em hêvî dikin ku Talîban bi vê fikr û hessasîyetê hereket bike û weke ku ew jî di daxuyanîyên xwe de eşkere kiribûn “îdareyeke ku dê hemû kes tevlî bibe” bê damezrandin.”

Ji bo îdarevanên welatên Misliman bangewazî

Di dawîya peyamê de bang li îdarevanên welatên Mislimanan  hat kirin da ku ji gelê Efxanistanê re bibin alîkar û dû re wiha hat gotin: “Ji vê derê em bang li îdarevanên welatên Mislimanan  dikin;Ji bo gelê Efxan ê ku mazlûm û çîlekêş e karibe di çarçoveya Îslamê de û di bin ala Tewhîdê de bijî ji wan re bibin alîkar. Menfeatên xwe yên neteweyî nedin pêş û gotinên ku dê zirar bidin yekîtî û digelhevîya Efxanistanê neyênin ziman û di vî warî de gavên wisa menfî neavêjin.”(ÎLKHA)

Temamê deqa peyama ku ji teref Buroya Çapemenîyê ya Cemaata Hîzbullah a Kurdistana Bakur û Tirkîyeyê ve hatiye belavkirin wisa ye:

Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm

Îzzet û şeref a Xweda, Pêxember û muminan e. Lê belê munafiq vê yekê nikarin fam bikin.(Munafîqun-8)

Hemd ji Xweda re be ku ew xaliq û îdarevanê  aleman e û ew zafer û mexlûbîyetê  teqdîr dike. Selat û selam li ser Muhammed Mustafayê ku qasidê Xweda û rêberê muminan e û li ser ehl û eshabê wî û li ser wan kesên ku taqîbkarên wî be.

Micadele û mudafaya birayên me yên Efxan ên ku ev bû 40 sal zêdetir berdewam dike bi alîkarîya Xwedê gihaşt xaleke xweş û baş. Piranîya leşkerên Amerîka ji Efxanistan vekişîyan, Talîban bêşer û pevçûn bû hakimê Kabîlê û îdareyê bi dest xist û dû re li pey hev hinek peyam dan ku ev tişt tev temamê Mislimanên ku ji dil û can ji bo hakimbûna qanûnên Xwedê dixebitin kêfxweş dike. Lewra ev yek ji bo Mislimanan zafereke xweş û mezin e.Em jî fetha wan birayên xwe yên Efxan ên ku ji Efxanistanê bera Amerîka dan û ew ji wê derê derxistin û ala tewhîdê bi şikleke mutewazî mîna “Fetha Mekkeyê” danîn cihê ala berê pîroz û mibarek dikin. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku ev yek  ji bo Îslam û ummetê bibe wesîleya vejîneke mezin a Îslamî.

Talîban ji gelek merhaleyên zor û zehmet re derbas bû û hat vê xalê ku ji vê pêve îmtîhaneke mezin li ber wî ye. Ew ê wê hebûna xwe ya ku heta îro wek cemaat, rêxistin û hwd. didomand ji îro pê ve wek dewletekê bidomîne. Ji ber vê yekê divê di vê demajoya hessas de xebateke pir bi dîqqet bidin destpêkirin.

Divê Talîban di serî de bi wan cemaat û rêxistinên Îslamî yên li Efxanistanê re û dû re bi îdarevanên wan welatên Misliman re gotûbêjê bide destpêkirin û ji tecrubeyên wan îstîfade bike. Ev yek bê kirin ew ê Milsiman kêfxweş û dilrihet bibin.

Pêwîst e Talîban wê  heyama di navbera salên 1996 – 2001ê de baş binirxîne, xeletî û rastîyên xwe baş analîz bike û ji van tiştan ders û ibretê bistîne.Em hêvî dikin ku Talîban di warê ehemîyeta îtîdal û wesetbûyînê de  haydar be û bi dîqqat hereket bike.

Em hêvî dikin ku Talîban di îtîqad û amelê de haya xwe ji îfrat û tefrîtê bike, mutedîl be, hewadîsan baştir û berfirehtir binirxîne û ya herî muhîm jî em hêvî dikin van tiştan tevan li gorî xeta Quran û Sunnetê bike.Di warê îdarevantîyê de hêvîya me ji Talîban ev e.Em bi vê daxwaz û hêvîya baş dibêjin ku ji bo vê armancê ew bibin xwedî îrade û hêz em dia dikin.

Divê hedef û armanca ewil a  wan birayên me tesîskirina edaletê be ku pêdivîya temamê însanîyetê pê heye.Divê ew dewleta ku xwedîyê al û nasnameya Îslamî ye û li gorî Quran û Sunnetê hatiye damezrandin di warê edaletê de ew qas pêve biçe da ku bi wesfê xwe yê adil li derdorê jê bê qalkirin. Ev yekê emela temamê ummetê ye. Her wisa di bergeha weset û adilbûnê de divê li hember temamê millet û mezheban î  bi şikleke xweşbînî bê hereketkirin.Lewra li cihekî mîna Efxanistanê gelek mezheb û millet hene ku ji ber vê yekê divê ev esas bibe polîtîkaya dewletê.

 Ew birayên me yê Efxan ên ku di rabirdûyê de di xêz, mezheb û fikrîyatên cuda cuda de cîh girtine divê tev xwe bi navekî tenê bidin teswîrkirin.Ev nas jî divê nebe ev an jî ew nav; divê ev nav şexs bi navê Misliman û civakê jî bi navê ummeyê teswîr bike. Di vir de senifandina îdarevan û xîtaba wî hêmana esas e. Nexasim piştî vê gavê  ew ê ehlê kufrê û terefdarên wî yên ku dê nikaribin dewleteke Îslamî bipejirînin, ji bo Efxanistan bibe piçk û parî û ji hev bê parçekirin dê her tiştî bikin. Di bergeha vê yekê de lîstikên li ser mezheb û hessasîyetên qewmî tê ku ev yek ni teref hemû kesan ve baş tê zanîn. Em hêvî dikin ku Talîban bi vê fikr û hessasîyetê hereket bike û weke ku ew jî di daxuyanîyên xwe de eşkere kiribûn “îdareyeke ku dê hemû kes tevlî bibe” bê damezrandin.

Em ji Rebbê xwe daxwaz û niyaz dikin ku sebeban amade bike da ku şer û pevçûna navxweyî ya di nav gelê Efxanistanê de bi dawî bibe û nema xwîna hev birjînin.

Ji vê derê em bang li îdarevanên welatên Mislimanan  dikin;Ji bo gelê Efxan ê ku mazlûm û çîlekêş e karibe di çarçoveya Îslamê de û di bin ala Tewhîdê de bijî ji wan re bibin alîkar. Menfeatên xwe yên neteweyî nedin pêş û gotinên ku dê zirar bidin yekîtî û digelhevîya Efxanistanê neyênin ziman û di vî warî de gavên wisa menfî neavêjin.

Em ji Rebbê xwe yê ku temamê hêz û qudretê di destê xwe de digre daxwaz û hêvî dikin  ku temamê Mislimanên ku hewl didin Îslamê bijîn û bidin jiyandin muwaffeq  bike û fethan bike nesîbê wan… Amîn

Buroya Çapemenîyê ya Cemaata Hîzbullah a Kurdistana Bakur û Tirkîyeyê



Bu haberler de ilginizi çekebilir