• DOLAR 32.568
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2445.144
  • ...
​Bi projeya “Alîkarîya Cil û Bergan Ji Bo Zarokên Yetîm û Muxtac” dê îdê bi kêfxweşî pêşwaz bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarîyê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Ahmet Bag derbarê alîkarîya ku ji bo zarokên yetîm û muxtac hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Bag di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, di vê pêvajoyê de ew alîkarîyên ku ji teref xêrxwazan ve ji bo wan tên kirin muhîm e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Weqfa Karwana Hêvîyê îsal jî ji bo zarokên yetîm û feqîr xebata alîkarîyê da destpêkirin û niha jî li vê dikana cil û bergan a ku em lê ne em ji bo zarokan alîkarîyê dikin. Li vê derê zarok bi xwe cil û bergên ku kêfa wan ji wan re tê ji xwe re distînin.Rebbê min ji wan kesên ku ji vê xêrê re bûne wesîle razî be. Zarok dê  bi saxîya xebata ‘Alîkarîya Cil û Bergan Ji Bo Zarokên Yetîm û Muxtac’ îdê bi kêfxweşî pêşwaz bikin.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir