Li Rîzeyê lehî rabû: 2 mirî 6 winda
Hat ragihandin ji ber barana ku zêde barîya li Rîzeyê lehî rabû.
Di encama lehîya ku li navçeya Ardeşena Rîzeyê rabû de 2 kes canê xwe ji dest dan û 6 kes jî winda bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xebatên lêgerîn û rizgarkirin li herêmê berdewam dikin.
Ji ber lehîya ku rabû Wezîrê Hawîrdor û Bajarvanîyê Murat Kurum, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Wezîrê Binesazî û Ragihandinê Adil Karaîsmaîloglu çûn herêmê.(ÎLKHA)