Fermandarîya Ewlehîya Beravê:Di heyama Çile-Hezîrana 2021ê de 4 hezar û 670 koçber hatin rizgarkirin
Derbarê koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn û hatin rizgarkirin de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daneyên ku li ser malpera Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyeyê hatine belavkirin di 6 mehên ewil a sala 2021ê de 4 hezar û 670 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)