Li Brezîlyayê ji ber Coronavîrusê 1639 kesên din jî mirin
Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê daneyên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re parve kir.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de 53 hezar û 725 kes bi Coronavîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 18 milyon û 962 hezar û 762 kesan.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di rojekê de 1639 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 530 hezar û 179 kesan.(ÎLKHA)