Biden û Putin dê îro hevdîtin bikin
Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin îro dê li bajara Cenewreya Swîsreyê werin ba hev û hevdîtineke rûbirû bikin.
Tê diyarkirin ew ê di hevdîtinê de mijarên herêmî, ewlehîya sîber û agahîyê, micadeleya li dijî Coronavîrusê bê gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Kremlînê ve hat belavkirin ew ê pêşî her du serok hevdîtinê bikin û ew ê hevdîtin bi ya lijneyan berdewam bike.(ÎLKHA)