• DOLAR 32.354
  • EURO 34.996
  • ALTIN 2322.886
  • ...
"Em bi wan partîyên ku ji Îslamê re neyartîyê dikin û xwîna birayên me rijandine re tifaqê nakin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em bi wan partîyên ku xwîna birayên me rijandine  û ji ber vê yekê ne poşman in re tifaqê nakin”

Di bernamê de ji Yapicioglu derheqê tifaqên hilbijartinê de pirsek hat kirin, Yapicioglu pirsa ku hat kirin wisa bersivand: “Em bi wan partîyên ku ji Îslamê re  û Mislimanan re neyartîyê dikin re tifaqê nakin. Her wisa em bi wan partîyên ku xwîna birayên me rijandine û ji vê yekê poşman nebûne re jî tifaqê nakin. Dibe ku em bi wan partîyên din re tifaqê bikin.”

“Heta ku HDP xwedîyê vê fikrê xwe ya niha be tifaqa pê re ne mimkûn e”

Di berdewama bernameyê de pêşkêşvan ji Yapicoglu pirsa “Gelo dibe ku hûn bi HDPê re yan jî bi partîyeke çepgir re tifaqê bikin?” kir ku Yapicoglu vê pirsê jî wisa bersivand: “ Heta ku HDP xwedîyê vê fikrê xwe ya niha be tifaq ne mimkûn e. Derheqê meseleya partîyên çepgir de jî  ez dixwazim vê yekê bibêjim. Em tifaqên hilbijartinê dikin du beş: Tifaqên hilbijartinê û yên siyasî.  Em ji wan tifaqên ku bes di heyama hilbijartinê de tên kirin û dû re her partî li gorî xwe siyaseta xwe dike re tifaqa hilbijartinê dibêjin. Lê belê em ji wê tifaqa ku piştî hilbijartinê ji bo armanceke hevpar tê domandin re jî tifaqa siyasî dibêjin. Tifaqa hilbijartinê dibe ku di navbera partîyên ku xwedî fikr û ramanên cuda cuda de bê kirin. Lê belê weke ku min berî niha jî got, em  bi wan partîyên ku ji Îslamê  û Mislimanan re neyartîyê dikin re qetîyen tifaqê nakin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir