• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Mehmûd Mihemed: PKK dixwaze bi zorê Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bikşîne nava şer
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“PKK dixwaze bi zorê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bikşîne nava şer…PKK dijminatiya Herêma Kurdistanê dike”

Mihemed  di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “PDK gelek caran qurbanî ji bo mafên xwe daye ji bo ku yekrêziya Kurdan hebe. Lê hinek dewletên derdorê berdewam hewl didin ku PDK bi pirsgirêkên biçûk mijûl bikin, ji bo ku PDK xwe bi karên mezin mijûlî neke û bi dûv armancên xwe yên mezin nekeve.Her ji piştî raperîna sala 1991ê û avakirina yekemîn hikûmet û parlamento li Herêma Kurdistanê ve û heya niha, PKK dijminatiya Herêma Kurdistanê dike û itîrafê bi desthelata Kurdistanê nake. Ji ber çekdarên PKKê bi sedan gundên ser sînor mane bêxizmet û avedanî û niha bi sedan gundên din jî li Herêma Kurdistanê vala dibin. PKK bi zorê dixwaze Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bikşîne nava şer. Li aliyekî din jî, li her navçeyeke dinî Kurdistanê ku Heşda Şeibî ew navçe xistibe destê xwe de, PKK jî li wê navçeyê heye û pişta wan digrin. Li Şingalê jî PKK nahêle rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin. Rêkeftina Şingalê hatiba cîbicîkirin, dê rê veba ji bo çêbûna rêkeftinan li navçeyên din ên Kurdistanî.”

Di dawiyê de daxuyanîya xwe de Mihemed wiha got: “Baweriya gelê Kurdistanê bi PDK û bi Serok Barzanî tê ji ber ku dizanin doza gelê Kurd di destekî emîn de ye û hemû hewlên xwe dide ji bo ku Kurdistan pêşkeftinên zêdetir di hemû waran de bidestve bîne.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir