• DOLAR 32.516
  • EURO 34.794
  • ALTIN 2487.197
  • ...
Rastiya bûyera êrîşa li ser Pêşmergeyên Kurdistanê ya li Çiyayê Metîna çibû?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya Mistefa ya ku da  malpera KDP.info’yê ew gotinên ku dibêjin balafiran li Pêşmergeyan dan, derew in, ji ber ku li gorî lêkolînan çekdarên PKKê rokêtên dijî tankan avêtine otomobîla Hêzên Pêşmerge û zanyariyên rast û dirust di destê wan de hene ku çekdarên PKKê bi wî karî rabûne.

“Çekdarên PKKê kemîn ji wan pêşmergeyan re danîbûn”

Emîd Usman Mihemed Mistefa di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand: “Ew gotinên ku dibêjin, balafirekê li ser Çiyayê Metîn li otomobîla Pêşmerge daye, nerast in û otomobîla Pêşmerge rokêtên dijî tankan lê ketine. Wê demê ti balafir li asman nebû. Medyayên PKKê û hevsozên wan dixwazin xelkê bixapînin. Yên dibêjin balafirê li Pêşmergeyan dan, belgeyan wan çi ye? Çekdarên PKKê kemîn ji wan pêşmergeyan re danîbûn û di serî de bi çekên sivik êrîşî Pêşmerge kirin û piştre rokêtek hat teqandin û bi aliyê otomobîla zirhî ya Pêşmerge de hatiye û di encamê de ew rokêt li otomobîla Pêşmerge ketiye û otomobîl teqandin.”

“Di nava birîndarên Pêşmerge de, birîndar hene ku bi guleyên çekdarên PKKê birîndar bûne.”

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hoşyariya Niştimanî yê Wezareta Pêşmerge Emîd Usman Mihemed Mistefa  di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Her dema ku balafir tê ser asmanê navçeyê çekdarên PKKê zû xwe vedişêrin û berî ku balafir bighê zanyarî ji wan re tên. Eger balafir hatibe û li otomobîla Pêşmerge dabe, çima wê demê çekdarên PKKê xwe neveşartine ji tirsa balafirê, ku di dema hatina balafirê de gule berdane otomobîla Pêşmerge.Di nava birîndarên Pêşmerge de, birîndar hene ku bi guleyên çekdarên PKKê birîndar bûne. Ev jî belge ye ku çekdarên PKKê êrîş kirine û belge ye ku balafir wê demê nehatiye navçeyê, ji ber ku eger balafir hatiba dê çekdarên PKKê xwe veşartibana û di wê demê de êrîşî otomobîla Pêşmerge nedikirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir