• DOLAR 32.251
  • EURO 34.7
  • ALTIN 2402.262
  • ...
Êrîşên li hember perwerdehîya  zimanê zikmakî a bi Kurdî berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Înceya ku berî niha mafê  perwerdehîya zimanê zikmakî a bi Kurdî diparast, berî vêdu rojan beşdarî bernameyeke ku di televîzyoneke taybet de hat weşandin bû û derheqê perwerdehîya bi zimanê zikmakî a bi Kurdî de gotinên sosret kir.

Înce di gotinên xwe de destnîşan kir, zimanê Kurdî ne li gorî pedegojîyê ye.

Înceyê ku berî niha di hilbijartinên serokomartîyê de bûbû namzed destnîşan kiribû “Em ji hemû kesan  re 3 zimanan hîn bikin. A ewil zimanê Tirkî, ya duyemîn zimanê ku însan pê bi dayika xwe diaxivin û ya sêyemîn jî zimanekî gerdûnî.” Ev daxuyanîya nû ya Înce, cardin helwest siyasetê ya li hember zimanê Kurdî anî bîran.

Ji ber van gotinên Înce li ser tora medyaya civakî gelek bertekên tund jê re hatin nîşandan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir