Îşxalkerên siyonist cardin di ser Mescîda Eqsayê de girtin
Bi dehan îşxalkerên siyonist digel polêsên îşxalker di ser Mescîda Eqsayê de girtin.
Derbarê mijarê de ji teref Îdareya Weqfa Îslamî ya Qudsê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; siyonistên îşxalker ên ku ji 4ê gûlanê vir ve ji ber berxwedana Filistînîyan nikaribûn bikevin Mescîda Eqsayê îro digel polêsên îşxalker di ser Mescîda Eqsayê de girtin.
Tê diyarkirin polêsên îşxalker êrîşî xortên Filistînî kirin û çend xortan jî desteser kirin.(ÎLKHA)