Wezareta Tenduristîyê ya Xazzeyê hejmara şehîd û birîndaran daxuyand: 220 şehîd 6039 birîndar
Rejîma îşxalê ya çeteyên siyonistan êrîşên xwe yên hovane bênavber didomîne.
Derheqê kesên ku di van êrîşan şehîd û birîndar bûne de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Xazzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di encama êrîşên siyonistan ên ku ji 7ê Gûlanê vir ve tên kirin de li Şerîaya Rojava 21 kes, li Qudsê kesek û li 198 kes şehîd bûn, dîsa ji ber êrîşan li Şerîata Rojava 3 hezar û 728 kes, 1011 kes li Qudsa ku di bin îşxalê de ye û 1300 kes jî li Xazzeyê birîndar bûn.
Li gorî danayên Wezaretê bi tevahî heta niha 220 kes şehîd û 6039 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)