• DOLAR 32.56
  • EURO 34.858
  • ALTIN 2434.83
  • ...
Walîyê Hewlêrê bi malbata ku li Mêrsînê êrîş lê hat kirin re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî hevdîtina ku hat kirin re Xoşnav daxuyanî da endamên çapemenîyê û destnîşan kir, lêpirsîna derbarê êrîşê de berdewam dike.

Xoşnav di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê bibin şopînerê meseleyê û dû re wiha got: “Welatîyên me li kû derê be bila bibe em mesûl in ku wanan muhafeze bikin. Em ê wê dosyaya ku tê de delîl hene û ji teref endamên malbatê ve hatine berhevkirin ji Serkonsolosê Tirkîyê ya li Hewlêrê re bispêrin.”

Roja duyemîn a îdê de li Mêrsînê 3 kesan êrîş biribûn li ser malbateke Hewlêrî û di êrîşê de yek jê giran û yek jê jî sivik tevde 2 kes birîndar bûbûn ku di encama lêpirsînê de 2 kes hatibûn tewqîfkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir