Îsal dê îbadeta hecê bê kirin
Îbadeta hecê ya ku sala borî ji ber şoba coronavîrusê nehat kirin dê îsal karibe bê kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Umre û Hecê ya Erebistana Siûd ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, îbadeta hecê dê îsal di bergeha tenduristîyên taybet de bê kirin.(ÎLKHA)